Nergîs Muhammedî sewqê girtîgeha Zencanê kirin
- 20:12 14 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate hînbûn ku bêyî ku agahiyê bidin malbat û parêzerên Nergîs Muhammedî, ew sewqê girtîgeha Zencanê kirine.
Rojnameger Takî Rahmanî, diyar kir ku Nergîs Muhammedî ya li Îranê girtiye sewqê girtîgeha Zencanê hatiye kirin.
Takî Rahmanê li ser çapemeniya civakî diyar ku bêyî agahiyê bidin malbat û parêzerêN Nergîs Muhammedî sewq hatiye kirin.
Nergîs Muhammedî di bîranîna ji bo Husrev Alîkurdî ya li Meşhedê pêk hatibû bibû hat binçavkirin û di rojên borî de 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.







