Jinan li gelek bajaran heman peyam dan: Wekhevî û azadî
- 16:58 8 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8'ê Adarê de, li gelek bajaran jin daketin kolanan û peyama "jiyaneke wekhev û azad" dan.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê, jinan daxuyanî, civîn û mîtîng li dar xistin.
Ordu
Platforma Jinan a Orduyê li nêzî Dibistana Navîn a 19'ê Îlonê kom bûn û ber bi Qada Ceren Ozdemir ve meşiyan. Di meşê de, ku pankartek bi nivîsa "Jin ji bo jiyaneke wekhev, azad û laîk li kolanan in" hate hilgirtin.
Çewlîg
Jinên ku li ser banga Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Mizgefta Hacı Hidir kom bûn, bi pankarta "Bijî 8'ê Adarê" û sloganên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" ber bi Qada Bajêr ve meşiyan.
Xarpêt
Platforma Jinên Xarpêtê li ber PTT ya navendî kom bûn. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û bi sloganên wekî "Kuştina jinan siyasî ye" û "Jin, Jiyan, azadî" ber bi Mala Mamosteyan ve meşiyan. Piştî meşê, endama Platformê Esîn Coşkun daxuyaniyek da û got ku her roj li Tirkiyeyê herî kêm sê jin tên kuştin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







