Şêniyên Arzoxlî li dijî GES’ê bi biryar in
- 09:04 10 Adar 2026
- Ekolojî
Rojda Aydin
AMED - Li gundê Arzoxlî ku tê xwestin GES lê bê çêkirin bertekên şêniyan berdewam dike. Jinên Arzoxlî destnîşan kirin ku ger ev proje bê çêkirin dê jiyan û axa wan nemîne û daxwaz kirin ku ev proje bê betalkirin.
Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê, ZENKAR-1 dixwaze ku Santrala Enerjiya Tavê (GES) çêbikin. Her wiha tê xwestin ku ji Xirapbajar heta Newala Gura GES bê çêkirin. Lê belê Xirapbajar her wiha xwedî cihekî arkeolojîk e jî. Di heman demê de têkildarî ZENKAR-1’ê de di sîteya Qeymaqemiya Sûrê de di 31’ê Gulana 2024’an de ev tişt hatiye gotin, “Li gorî xala 14’emîn a Rêziknameya nirxandina ÇED’ê, derbarê projeya ‘SANTRALA ROJÊ YA ZENKAR-1’ de Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê biryara ‘Nirxandina Bandora Erênî ya Jîngehê’ da.”
Her wiha hat zanîn ku ne bi tenê projeya ZENKAR-1 heye, di heman demê de projeya ZENKAR-2 jî tê xwestin ku li heman cihî bê çêkirin. Ji bo betalkirina ZENKAR-1 doz niha li şûrayê dewletê ye û têkildarî ZENKAR-2 jî dest bi pêvajoyên qanûnî hatiye kirin. Her wiha Şaredariya Sûrê jî dê raporekê amade bike da ku cihê tê xwestin bikin “qada sît” ê.
Li dijî hewldanên çêkirina GES’ê bertekên şêniyên Arzoxlî jî berdewam dike. Jinên Arzoxlî destnîşan kirin ku ger ev proje bê çêkirin dê jiyan û axa wan nemîne.
‘Jiyana gundê me dê tune bikin’
Jina bi navê Remziye Gunerî bertek nîşanê talankirina xwezayê da û got, “Em naxwazin li gundê me GES bê çêkirin û hemû gundiyên me naxwazin. Heta xwîn di bedena me de hebe û em sax bin em ê destûrê nedin GES’ê li vir çêbikin. Em li gund debara xwe bi sewalkariyê û çandiyê dikin. Mafê wan tuneye ku vê yekê li gundê me bikin. Zilmê li me dikin. Em havînan li gundê xwe îsot, firingî, zebeş, garis û gelek tiştên dinê diçînin. Ger ku bê çêkirin em ê nikaribin êdî çandiniyê bikin û li sewalan binêrin. Ev projeya ku dixwazin gundê me çêbikin, zirarê dide jiyana me. Ger ku bê çêkirin ne bi tenê di aliyê jiyanê de, di heman demê de di aliyê aboriyê de jî dikare bandorek neyînî li ser me bike. Jiyan namîne. Gelê me ji ber germiyê dê neçar bimînin dev ji gundê xwe berdin. Lê em li dijî vê yekê, ji bo dev ji gundê xwe bernedin û biparêzin li ser nigan in. Em ê heta dawiyê li dijî vê yekê derbikevin.”
‘Ev proje dê zirarê bide jiyan û gundê me’
Emîne Eren jî destnîşan kir ku ew naxwazin li gundê wan ev proje bê çêkirin û diyar kir ku ev proje zirarê dide jiyan û gundê wan. Emîne Eren wiha domand, “Em naxwazin ev proje li gundê me bê çêkirin. Ne bi tenê li gundê me, em naxwazin li tu cihekî jî bê çêkirin. Debara vî gundî li ser sewalkarî û çandiniyê ye. Ger ku îro li gundê me bê çêkirin, dê sibehê li gundê li hemberê me çêbikin. Em hemû li dijî vê yekê ne. Ger ku ez îro sewalkariyê nekim dê zarok û cîranên min bikin. Em naxwazin bê çêkirin. Banga me ji rayedaran ew e ku bila vê projeyê bidin sekinandin. Ew ji bo menfaeta xwe dixwazin vê projeyê çêbikin. Heta dawiyê em ê xwedî li gundê xwe derbikevin.”
‘Têkoşîna me ji bo sekinandina projeyê ye’
Şemsîye Çîftçî jî ev tişt bi lêv kir, “Daxwaza me hemû gundiyan yek e; bila vê projeyê li gundê me çênekin. Dixwazin projeyê li vir çêbikin. Li vir debara me bi sewalkariyê û çandiniyê ye. Wekî din tu karekî din tuneye em tê de bixebitin. Her wiha ev der axa jiyana me ye. Em dev ji axa xwe bernadin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Bila dawî li vê zilmê bînin. Bila vê projeyê bidin sekinandin. Têkoşîna me jî ji bo vê yekê ye. Ne bi tenê şêniyên gundê me, her wiha şêniyên gundên derdora me jî vê yekê naxwaze. Divê hemû kes li dijî vê yekê bibe yek.”







