Ji Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê

  • 11:52 13 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim nameyek şand û got: "Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derbarê mirina damezrînerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamê Konseya Hevserokatiyê Salih Muslim de nameyek şand. Name li Qamîşlo di merasîma cenazeyê de hat xwendin.
 
Di nameyê de wiha hat gotin: 
 
"Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike  
 
Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslîm êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û Welatê xwe jiyanek derbas kir û bû nemir.
 
Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq. Wî Asûrî, Ermenî, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.
 
Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her û daîm wisa bimîne.
 
Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.
 
Şehadeta Salih Muslim ne wendahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.
 
Abdullah OCALAN
 
12 Adar 2026
 
Îmralî"