Serokê TUGVA’yê destdirêjî kir, Tuncay Sonel jî veşart
- 09:27 20 Nîsan 2026
- Rojane
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
DÊRSIM - Bi doza Gulîstan Doku re, bûyerên tacîz û tecawizê yên nû li dijî jinên ciwn li Dêrsimê derdikevin holê. Hate îdiakirin ku gelek bûyerên tacîz û tecawizê yên têkildarî Nûnerê TUGVA’yê yê Dêrsimê Bariş Demîrcan, ji aliyê waliyê wê demê Tuncay Sonel ve hatine veşartin.
Polîtîkayên dewletê yên ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve li bajarên Kurdistanê hatine sepandin, bi taybetî ji dema ku AKP hatiye ser desthilatê ve, ji pêvajoyek asîmîlasyonê ber bi stratejiyên şerê taybet ve çûne. Bi vê veguherînê re, hewldanên kişandina jinên kurd ên ciwan nava fihûş û tiryakê, bi taybetî di demên dawî de gihîştine astên cidî. Ev pirsgirêk ku li hemû bajarên Kurdistanê kûrtir dibe, li Dêrsimê rewşek pir girantir derdixe pêşberê me. Ji hêla dîrokî û civakî ve Dêrsim yek ji wan cihan e ku polîtîkayên dijwar ên dewletê bi tundî lê hatine sepandin û bandorên wan ên kûr li wir mane. Mînakên herî berbiçav ên van polîtîkayan xwendekara li Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ye û tiştên di 5’ê Çileya 2020’an jiyaye ye.
Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û hevkarên wî hewl dan ku bûyerê veşêrin û hemû delîlên îşkence û qetilkirina Gulîstan Doku ji holê rakin. Kiryar Tuncay Sonel û hevkarên wî yên li dijî ciwanan, bi taybetî li dijî jinên ciwan li zanîngeha Dêrsimê yek bi yek têne eşkerekirin û eşkere dibe ku şerê taybet çawa bi baldarî hatiye hunandin.
Li Dêrsimê, Nûnerê TUGVA’yê Bariş Demîrcan, nêzîkî kiryar Tuncay Sonel tê zanîn û derket holê ku wî jinên ciwan jî tacîz û îstismar kirine. Gelek îdia derbarê Bariş Demîrcan de hene. Ji ber sedemên ewlehiyê keseka ku nexwast navê xwe bide, bi me re têkilî danî û îdiayên derbarê Bariş Demîrcan bi me re parve kir.
‘Xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan hedef digirtin’
Wê kesê diyar kir ku di salên Gulîstan winda bûye de tevgerek gelek mezin hebûye û bal kişand ser xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan a Zanîngeha Mûnzurê. Ew kesê ku diyar kir mamosteyên zanîngehê jî di nav bûyerê de hene û destnîşan kir ku ev di serdema ku tîmên A.Z. û B. çalak bûn de pêk hatine. Wî kesî wiha domand: “Piştî ku Gulîstan winda bû, Bariş Demîrcan di nav xwendekaran de dest bi xebatê kir. Wê demê, ew xwendekareke zanîngehê bû û di beşa civaknasiyê de master dikir. Wî ji bo rêxistinkirina ciwanan kom ava kirin; ev kom di nav TUGVA’yê de bûn. Paşê, di sala 2021’ê de, peyamên wî derketin holê. Piştî ku hate eşkerekirin, ew ji vir reviya û çû.”
Ser gelek bûyerên tacîz û tecawizê hat girtin
Kesa ku agahî da me destnîşan kir ku xwendekarek zanîngehê bi destdirêjiyê re rûbirû hatiye û wiha domand: “Mamosteyek bi navê E.Ş. hebû û destdirêjî li xwendekarek kir. Ev bûyer hemû di vê salê de pêk hatin. Kesên ku hedef hatin girtin bi tevahî xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan bûn. Dîsa xwendekarek bi navê A.Z. destdirêjî lê hatibû kirin. Piştî vê ew xwendekar çû baroyê û serlêdana sûç kir. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê ser wan hemûyan hat girtin. Gelek bûyer hatin pêk hatin, lê bi tenê li ser gotinê man. Gelek xwendekar jî ji ber ku ditirsiyan neanîn ser ziman û gilî nekirin.”
‘Ji bo xwendekaran tehlûkeyek mezin e’
Her wiha, çavkaniyê diyar kir ku Bariş Demîrcan xwerziyê Ozdemîr Aktaş e ku wê demê di rêveberiya ÎŞ-KUR’ê de bû û Ozdemîr Aktaş di wê demê de nêzîkî malbata Gulîstan Doku bûye. Çavkaniyê ev tiştan anî ziman: “Mesela, Serokê ÎŞ-KUR çi karê wî bi malbatê re hebû? Wî kesî talîmatên walî ji malbatê re digot. Navbera Tuncay Sonel û navbera wî kesî de têkiliyek xûrt heye. Di Navbera xwe de piştgirî ava kirine. Bariş Demîrcan revî, lê piştre şûnde vegeriya. Li ser navê TUGVA’yê bi rektor re protokolek îmze kir. Bariş Demîrcan niha Serokê Navendê yê TUGVA’yê ye. Ew niha di nav xwendekaran de ye û rêxistinê dike. Tehlûkeya herî mezin ev e. Bariş Demîrcan niha di statuya xwendekaran de nîne û li gel vê ji ber ku di nava xwendekaran de ye, tiştek tirsnake . Li gorî agahiyan, Gulîstan li Navenda Ciwanan tecawizî wê hatiye kirin. Niha di nava zanîngehê de jî Şaxa Navenda Ciwanan vekirine û li wir rêxistin dikin. TUGVA bi piranî wê derê bi kar tîne. Ji ber vê yekê, ew wekî gefek mezin tê dîtin.”
Her wiha, di navbera Zanîngeha Mûnzurê û Nûnertiya TUGVA’yê ya Dêrsimê de protokola hevkariyê hat îmzekirin. Her wiha hat dîtin ku Bariş Demîrcan gelek wêneyên wî bi endam û wezîrên AKP’ê re hene.
Li Dêrsimê gav bi gav şerê taybet
Her wiha, wê kesê diyar kir ku xwendekarek bi navê N.G. ji aliyê çawişekî ve tecawiz lê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Piştî windabûna Gulîstan, hevala wê ya polê N.G. xwe avêt nav çemê Mûnzurê û hewl da xwe bikuje. Wê du carên din hewl da xwe bikuje, lê yên li dora wê ferq kirin û nehiştin. N.G. ji aliyê leşkerekî ku pileya wî pispor bû ve tecawiz lê hat kirin. Walî Tuncay Sonel ket dewrê û bi jina ciwan a xwendekar re axivî. Me bihîst ku 10 hezar TL dane xwendekarê. Bê guman, tiştên ku jina ciwan jiya bi van ve sînordar nebûne. N.G. ku tecawizî wê hatibû kirin, ji aliyê mamosteyeke dibistanê ya bi navê S.M. ve hatibû neçarkirin ku bi kesê tecawizî wê kir re bizewice. Hewldanên mezin hatin dayîn da ku jina ciwan razî bibe ku biçe baroyê, lê ew ditirsiya biçe, ji ber ku digotin bavê wê cerdevan e.” Ev yek jî carekedin nîşan dide ku îdîa çiqasî cidî ne.







