Bûyerên tacîzê yên serokê TUGVA’yê derdikevin holê
- 11:53 21 Nîsan 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan-Rojda Aydin
DÊRSIM - Piştî doza Gulistan Doku, bûyerên tacîz û tecawizê li Dêrsimê yek bi yek derdikevin holê. Me têkildarî Serokê Navenda TUGVA’yê yê Dêrsimê Bariş Demîrcan de nûçeyên têkildarî destdirêjiya li jinan kiriye, çêkiribû û gelek jinan xwe gihandin me û ev rastî careke din derxistin holê.
Xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku, wekî mînakek berbiçav a polîtîkayên şerê taybet hate windakirin û tevî ku 6 sal derbas bû jî, hîn jî tu agahî jê tune ye. Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel jî di navê de bi tevahî 15 kes hatin biçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin û 3 kes jî hatin berdan.
Zanîngeha Mûnzûrê, yek ji wan cihên ku polîtîkayên şerê taybet gav bi gav lê têne sepandin e, tê îdiakirin bûyerên tacîz û tecawizê lê hatine jiyîn û tê îdiakirin ev bûyer ji hêla Tuncay Sonel ve hatine veşartin.
Têkildarî mijarê duh di nûçeya me ya bi sernavê “Serokê TUGVA’yê destdirêjî kir, Tuncay Sonel jî destdirêjî veşart” hat parvekirin de gelek îdîa hebûn. Lê belê piştî nûçeyê gelek jinên xwe gihandin me, bi tiştên ku gotin van îdîayana derxistin ser rûyê erdê.
Di peyaman de tacîz derket holê
Di axaftineke WhatsApp'ê de wî xwendekarek tacîz kiriye û her wiha di peyamên xwe de li xwe mikur hatiye ku gelek jinên din jî tacîz kiriye.
‘Wî ciwan dibir nav AKP’ê’
Jinekê ku xwe gihand me têkildarî Bariş Demîrcan ev tişt got, “Merheba. Ez dixwazim derbarê Bariş Demîrcan de biaxivim. Min li Zanîngeha Mûnzûrê xwend. Sala nû ku ez çûm, min wî nas kir. Xwezî min ew nas nekiriya. Qaşo ji bo ciwanan xebat dikir. Li kampûsê di bin navê ‘tu xêr hatî’ de, bi taybetî ji bo ciwanan tevlî AKP’ê bike proje çêdikir. Wî ciwan dibir çalakiyên siyasî. Carekê ji ber vê yekê xwendekaran nîqaş kiribûn. Bariş Demîrcan destdirêjiyê li hemû jinan dike. Ez nizanim ku derbarê wî de çend gilî hene. Lê ew AKP’ê digire pişt xwe û çawa bixwaze wisa tevdigere. Carekê bi zorê xwest min maç bike. Ez bi awayekî normal diaxivîm û wî destdirêjî li min kir. Em tenê bi hevdû re diaxivîn, wekî din tu têkiliyên me bi hevdu re tunebû. Min gilî nekir. Ji ber ku li pişta wî AKP hebû. Ger ku min gilî bikira wê min sûcdar nîşan bidana. Derbarê wî de gelek giliyên tacîzê hene. Ji ber tacîza ku dikir komekê ji dibistanê êrîşî wî kir. Ji tirsan hefteyekê nehat dibistanê. Hevalekî wî hebû, kesê bi navê S.U.K. û ew ji Bariş Demîrcan xirabtir bû. Bernameya gerê û seyranê wekî hincet bi kar dianî da ku di bin navê çalakiyên ciwanan de endaman ji bo AKP'ê peyda bike. Bila jin û mêr ji vî kesî dûr bisekinin. Navbera wî û rêvebiriya dibistanê, siyasetmedar û parastvanê dibistanê gelek baş e.”
‘Bi rêya Whatsapp’ê xwe gihand jinan û tacîz dikir’
Jinek dinê jî ku xwe gihand me ev tişt got, “Di sala 2020 û 2021’ê de min li wir zanîngeh xwend. Ez di komên çalakiyên civakî yên WhatsApp'ê yên zanîngehê de bûm. Em bi gelemperî ji bo wergirtina agahdariyan a li ser dibistanê û ji bo em ji bûyeran agahdar bibin em beşdarî koman dibûn. Bariş Demîrcan bi rêya vir xwe gihand min. Ez difikirim ew bi gelemperî bi rêya komên WhatsApp'ê bi jinan re têkiliyê datîne. Dema min di nav komê de pirsek pirsî, wî xwest bi taybetî alîkariya min bike; ew di destpêkê de pir dostane tev geriya. Piştre, wî xwest qehweyê bide min û em li kafeyekê bi hev re rûniştin. Dema ku wî paşê nêrînên xwe yên siyasî eşkere kir û diyar kir ku ew di baskê ciwanan ê AKP’ê de cih digire, min bertekek neyînî nîşan da û min xwest ez têkiliyê qut bikim. Min nexwest li wir bimînim. Min dixwest ji wir dûr bikevim. Piştre em ketin asansora kafeyê û ji nişka ve wî xwest min hembêz bike. Xwest min maç bike. Wê demê min xwe pir xirab hîs kir û min bi rastî hay jê nebû ku tiştê ez pê re rû bi rû dimam tacîz bû. Piştre ez bi lez ji wir dûr ketim. Min tişta ku jiyam nikaribû ji kesekî re bibêjim. Piştî çend salan, dema ku ez vegeriyam dibistanê, min dît ew hîn jî di komên me yên WhatsApp'ê de bû. Ew her demê dikaribû bigihêje agahî û hejmarên têlefonên xwendekaran. Min li wê derê salekê xwend.”
‘Walî qeydên kamerayan xwest, bi carekê winda bûn’
Wê diyar kir ku walî qeydên kamerayan xwest, lê bi carekê winda bû û wiha berdewam kir, “Dema ku ez derbasî beşa îngîlîzî bûm rewş li wê derê xirabtir bû. Wê demê qirêjiyên ku dihatin jiyîn pênc qatên wê li vir jî hebû. Her wiha di windabûna Gulîstan Doku de destên rektor jî heye. Ji ber ku kamerayên zanîngehê yekser pirê didît. Tê bîra min ji walî agahî hatibû. Hemû qeydên kamerayan xwestibû. Bi carekê ew qeydên kamerayan winda bûn.”







