ROJEVA 1'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 1 Gulan 2026
- Rojev
*Hevseroka OHD’ê Hatîce Bagci da zanîn ku pêvajo bi polîtîkayên ewlehiyê tê meşandin û got aştiyek mayînde bi ewlehiyên qanûnî û hiqûqî û azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Hatîce Bagci wiha got: “Ger ku pêvajo bi aştiyê encam nebe wê Tirkiye wek Îran û Rojava bi bandora dewletên emperyal bikeve nava şer.” DÎMEN HEYE

*Di pêvajoya konferansê de ku li gelek bajaran hat lidarxistin, rêveberiyên herêmî xebata xwe ya du salan nirxandin, li ser gelek mijaran ji polîtîkayên jinan bigire heta rêveberiya şaredariyê ya komunal, rexneyên xwe pêşkêş kirin û nexşerêya serdema nû nîqaş kirin. Rêvebiriyên. herêmî ku konferansek du rojan li dar xist, armanc dikin ku rêbazek beşdar, demokratîk û azadiya jinan a ji bo rêveberiya şaredariyê xurt bikin.
DÎMEN HEYE
*"Êrîşên li hember xweza, maf û civakê, me ber bi çareseriyeke lezgîn û lêpirsînê ve dibin. Serdestiya kapîtalîst rê li ber krîzên mezin vekiriye. Veguherînek rastîn ancax bi avakirina kolektîf a alterantîfa radîkal pêkane." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Jinan bertek nîşanê polîtîkaya bêcezahiştinê ya di dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş dan û diyar kirin ku her mirinek bi guman cînayet e û gotin wê li dijî zîhniyeta serdest ya ku gumanbaran vedişêrin têbikoşin. DÎMEN HEYE