Taksîm hat dorpêçkirin
- 09:40 1 Gulan 2026
- Ked/Aborî
STENBOL - Taksîm ji ber 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û gelek rê hatin girtin.
Taksîm ji ber 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi biryara Walîtiya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Di serî de sendîkayên ku biryar dan berê xwe bidin Taksîmê, hin partiyên siyasî û rêxistinên ciwanan bang kirin ku li taxa Mecîdiyekoy a li Şîşliyê li hev bicivin.








