Li Êlihê starta 15’ê Gulanê hat dayîn
- 20:00 3 Gulan 2026
- Rojane
ÊLIH- Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî li Êlihê meş hat lidarxistin û piştî meşê jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe pêwîstiyeke mirovbûnê ye.”
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî di çarçoveya hatina 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji kolana Hunerê ya Êlihê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê tên Êlihê, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de pankarta li ser “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, dowîzên ku li ser wan “Zimanê hebûna me ye”, “Em têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman şitila avakirina civakê ye” û “Her netewe bi zimanê xwe heye” hatibû nivîsandin hilgirtin.
Piştî daxuyanî hat dayîn. Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) ya Êlihê Leyla Kaymaz ve hat xwendin. Leyla Kaymaz diyar kir ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn, jêveneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye û wiha got: Mixabin bi sed salan e ji ber tunehesibandina neteweya Kurd bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna Neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û bişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin. Bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derên ku Kurd lê dijîn hê jî armanc û daxwaz ew in ku Kurd bên bişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê.”
‘Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e’
Leyla Kaymaz destnîşan kir ku jiyaneke bê Kurdî weke laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e û wiha pê de çû: “Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Rêber Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘xwedîlêderketina ziman û çanda xwe pêwistiyeke mirov bûnê ye. Yên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nizanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e’. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
‘Tecrîd li ser hemû nirxên neteweya Kurd e’
Rêvebera ARÎ-DER’ê Leyla Kaymaz banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin; em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Rêber Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civakeke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin. Di serî de zimanê Kurdî divê nasname, nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd e.”
‘Li hemû derê xebatên cur bi cur bikin’
Leyla Kaymaz wiha bi dawî kir: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi diruşmeya ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleya nû ya ku sala borî ji bo têkoşîna zimanê kurdî hatibû dest pê kirin, didome. Li ser vê bingehê em ê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşîn, xebatên cur bi cur bikin. Me meş, daxuyanî, xebatên belavokan, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê Kurdî plansaziyeke têr û tijî amade kiriye. Werin em hemû Kurd li dora zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Her rojê bikin roja û cejna zimanê kurdî. Bi van hest û ramanan em 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbun de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be.”







