Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê bi çalakiyên curbicur didome

  • 14:05 9 Gulan 2026
  • Çand û Huner
AMED - 2'yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê, di roja sêyemîn de bi çalakiyên curbicur berdewam dike. 
 
2'yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxenî ku ji aliyê Şaredariya Erxenî û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ve tê lidarxistin, di roja sêyemîn de berdewam kir. Fûara pirtûkan ku bi dirûşmeya "Cîhan bi peyvan tê cem hev" hat lidarxistin, dê heta 10'ê Gulanê berdewam bike.
 
Îro, li ser mijarên wekî "Bandora Klûbên Xwendina Pirtûkan", "Di wêjeyê de bêwarî", "Dayika Sakîne: Emrê dirêj Bextê Reş", "Şahiya Helbestan", "Berxwedan û Çand" û "Kemal Varol û Erxenî" axaftin û xwendina helbestan hatin lidarxistin. Gelek nivîskar jî bi xwendevanên xwe re hatin cem hev.
 
Hem ji bajêr û hem jî navçeyên derdorê gelek kesa serdana çalakiyê kirin. Li fûara pirtûkan her wiha performansên muzîkê û çalakiyên curbicur ji bo zarokan hatin lidarxistin.