Giliyê kesên ku bermayiyên kîmyewî rijandin Baxçeyên Hevselê hat kirin

  • 12:44 12 Gulan 2026
  • Hiqûq
AMED - Komîsyona Jîngeh û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, têkildarî bermayiyên kîmyewî yên li Baxçeyên Hevselê hatine avêtin, serî li dozgeriyê da û xwest kesên ev kirine bên tespîtkirin û cezakirin. 
 
Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê, têkildarî agahiyên ku wesayîteke fermî ya aîdê Zanîngeha Dîcleyê bermayiyên kîmyewî li Baxçeyên Hevselê rijandiye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Baroyê xwest ku kesên ev kirine bên tespîtkirin û cezakirin. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku bi wesayîtên zanîngehê li paş Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê bermayiyên tibbî û kîmyewî yên bandorê li tenduristiya mirov dikin hatine rijandin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ev bermayî li cihekî bi qasî kîlîmetreyekê dûrî Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye hatine rijandin û ev yek nişan dide ku bê mesele çi qas ciddî ye. 
 
Di serlêdanê de îşaret bi xala 56'an a Destura Bingehîn ku bal dikişine ser pêşxistina jîngehê, parastina tenduristiya jîngehê û pêîgirtina li qirêjkirian jîngehê û hat xwestin ku kesên ev kirine bên tespîtkirin û cezakirin.