Li Rihayê dengê kolanan: Mirov tên kolekirin
- 09:03 12 Gulan 2026
- Ked/Aborî
Evîn Çîftçî-Gulîstan Gulmuş
RIHA - Li Rihayê, ku yek ji bajarên krîza aborî lê xwe herî zêde dide der, kes dibêjin ku ew krîza aborî di her aliyê jiyana xwe de dijîn û dibêjin, "Bi taybetî ferzkirina keda erzan bandorê li ser psîkolojî û jiyana ciwanan dike. û mirov tên kolekirin."
Krîza aborî ya ku roj bi roj kur dibe li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek pirsgirêkan ji bo gel tîne, ku jin û zarok herî zêde jê bi bandor dibin. Ji ber zêdebûna xizanî û zehmetiyan, jin neçar in ku di karên ne ewle û kêm-mûçe de bixebitin, di heman demê de zarok ji perwerdehiyê bêpar in û mehkûmî xebatê di gelek warên jiyanê de ne. Ciwanên ku li bajarên Kurdistanê dijîn ji ber kêmbûna derfetên kar û zêdebûna bêkariyê neçar in ku koçî bajarên Tirkiyeyê an derveyî welêt bikin. Ev rewş bandorek kûr li ser civakî dike û hêviyên ji bo pêşerojê qels dike.
Li gorî daneyên ku ji hêla Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê ve hatine weşandin, sînorê birçîbûnê ku ji bo malbatek ji çar kesan ji bo xwarina tendurist pêwîst e, gihîştiye nêzîkî 35,000 TL. Xeta xizaniyê ku pêdiviyên bingehîn ên wekî xanî, veguhastin, tenduristî û perwerdehî vedihewîne, li dora 112,000 TL ye. Berevajî vê, mûçeya herî kêm a ku ji hêla Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Herî Kêm ve hatî destnîşankirin li dora 28,075 TL dimîne. Ev bi zelalî nîşan dide ku beşek girîng ji wan mehkûmî jiyana di bin xeta birçîbûnê de ne,û beşek hîn mezintir jî pir di bin xeta xizaniyê de ne.
Li Rihayê, bajarê ku ji xizaniyê gelek bandor bûye, me mîkrefona xwe dirêjî welatiyan kir.
'Ez naxwazim bibim barek ji bo malbata xwe'
Xwendek Armîn Guneşlî ku got ew ji ber krîza aborî pir bandor bûye, ev tiş bi me re parve kir, "Perwerdehiya me bi rêkûpêk pêş nakeve û wekî ku hûn dizanin, dibistan êdî ewle nînin. Em nikarin tiştekî bigirin û malbatên me nikarin alîkariya me bikin. Dewletê îflas kiriye. Pirtûkek bi 500 TL ye,cerebeyek bi 1000 TL ye. Ez naxwazim bibim bar ji bo ser malbata xwe; em pênc xwişk û bira ne, xwişka min a mezin, birayê min ê mezin û ez em xwe ji bo zanîngehê amade dikin. Aborî pir xirab e."
'Zarokên ku divê biçin dibistanê dixebiin'
Ayşe Çiftçî diyar kir ku ew her çend rasterast ji krîza aborî bandor nebûbe jî destnîşan kir ku wê şahidiya pirsgirêkên ku hevalên wê yên xwendekar pê re rû bi rû dimînin kiriye, bi taybetî bal kişand ser karkerên zarokan ên ku neçar in dev ji dibistanê berdin û bixebitin. Ayşe Çiftçi got, "Hin xwendekar şûşeyên xwe yên avê di lavaboyê de tijî dikin; krîza aborî ewqas xirab e. Rewşa min baş e, lê gelek xwendekar hene ku di rewşek xirab de ne. Aboriya me di rewşek xirab de ye. Mirov hene ku banê xaniyên wa ndilopan dikin û divê hikûmet alîkariya wan bike. Li Rihayê gelek malbatên wiha hene. Xebitandina zarokan tiştekî xirab e; zarokên di bin 18 salî de divê biçin dibistanê. Lê ew ji bo alîkariya malbatên xwe dixebitin."
"Zarokên min dixebitin lê mûçeyê xwe nagirin"
Edibe Kartlar ku got ew bi saya darên xwe yên fistiqan debara xwe dikin, diyar kir ku zarokên wê li gorî keda xwe mûçeyê xwe nagirin. Edibe Kartal got, "Em êdî nikarin tiştên erzan li sûkan bibînin; her tişt biha ye. Darên me yên fistiqan hene, û em bi wan debara xwe dikin, lê heke darên me tunebûya me dê gelek zahmetî bikişanda. Her tişt pir biha ye; em nikarin tiştekî bikirin. Hemû zarokên min dixebitin, lê li gorî keda xwe mûçeyê xwe nagirin. Divê mûçeya herî kêm hîn bêtir were zêdekirin."
'Muçeyê herî kêm gelek kêm e'
Şenel Karlioglu diyar kir ku kêmbûna muçeyê herî kêm jiyana wan dijwar kiriye û lêçûna jiyanê ya bilind bandorek neyînî li ser danûstandina malbatê kiriye. Şenel Karlioglu got, "Em dixwazin derkevin û tiştek bikirin, lê em nikarin; her tişt pir biha ye. Ew kesên ku nikarin tiştek bidin çawa xwe birêve dibin? Zehmetiyên aborî jiyanê dijwartir dikin û gava zarokên we hebin hîn dijwartir dibe. Bi gelemperî, geştyar tên vir û dikarin rêwîtiyê bikin, lê ciwanên me ji ber xizaniyê nikarin. Muçeyê herî kêm pir kêm e; em nikarin pereyan xerc bikin, her tişt pir biha ye. Bi rastî, ji bo tiştekî pere têrê nake. Ev rewş di nav malbatan de jî dibe sedema nîqaşan."
'Mirov nikarin debara xwe bikin û parsê dikin'
Zehra Yilmaz destnîşan kir ku krîza aborî bandorê li mirovên ji her temenî dike û got ku keda erzan bandorek girîng li ser psîkolojî û jiyana ciwanan bi taybetî dike. Zehra Yilmaz wiha berdewam kir: "Em hatin vir ku serdanê bikin û ez dibînim ku her tişt pir biha ye. Xwarin, cil, rêwîtî - her tişt pir biha ye. Ew bi tevahî mirovan kole dikin. Mirov di asta koletiyê de ne. Çareserî ew e ku aborî baştir bibe ku mirov rihet bibin. Bi taybetî teqawîdbûyî, ew neçar in ku bixebitin û karê duyemîn dikin. Mirov dikevin deprasyonê, ciwan bêarmanc dijîn, mafê wan ê perwerdehiyê tune ye. Bê pere, ew nikarin beşdarî tiştekî bibin, ew nikarin perwerdehiyê bibînin. Asta wan a xurekê jî ne bes e û ew nikarin bigihîjin xwarina bi fêde."
'Şeş mehan di bin tavê de li zeviyan dixebitin'.
Nofiya Aktîmur, bal kişand ser bandora krîza aborî bi taybetî li ser perwerdehiyê û got, "Aborî qet ne baş e. Di malbata min de heşt keç hene û her çend ew hemû dixwazin bixwînin jî ew nikarin. Ez zaroka herî biçûk a malbatê me û tu kes ji me nikare perwerdehiyê bibîne. Aborî pir xirab e; Ger dibistan piştgiriyê bikin dibe ku em bikaribin perwerde bibin. Ez wekî karkera demsalî dixebitim. Ew jê re dibêjin 'betlaneya kurt', lê ew qet ne wusa ye. Em şeş mehan di bin tavê de dixebitin û zarok li vir pir nexweş dikevin. Ger li her derê derfetên kar hebûna, em neçar nedibûn ku ji bajêr derkevin û ew qezayên trafîkê jî pêk nedihatin. Rewşa aborî bandorê li ser derûniya mirovan jî dike û mirov pev diçin."







