'Tundiya li ser jinan pirgirêkek polîtîk e'

  • 16:14 10 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN-Gulcan Kaçmaz Sayyyîgît, bal kişand ser doza Rojin Kabaiş û mirinên din ên gumanbar ên jinan û diyar kir ku kuştinên jinan û mirinên gumanbar ji hêla polîtîkayên bêcezatiyê ve tên piştgirîkirin û got, "Erka me ye ku em bi vê zihniyeta ku mafê jiyanê yê jinan tehdît dike re rû bi rû bên."
 
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li Meclisê derbarê doza Rojin Kabaiş û mirinên din ên gumanbar ên jinan de civîneke çapemeniyê li dar xist.
 
Gulcan Kaçmaz Sayyiğit diyar kir ku tundiya li dijî jinan û kuştinên jinan li Tirkiyeyê nîşanên newekheviya zayendî ne û got, "Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî'  ku jinan di asta gerdûnî de bilind kiriye, nîşaneyek berbiçav a berxwedana li dijî vê diyardeyê ye. Ji ber ku daneyên ji hêla rêxistinên mafên jinan ve hatine pêşkêşkirin aliyên siyasî û îdeolojîk ên şîdeta li dijî jinan eşkere dikin. Ji ber vê yekê, avahiyek rêxistinkirî heye ku tê de hêza darazê wekî mertalek ji bo sûcdaran tevdigere û dewleta baviksalar garantiyên qanûnî ji holê radike. Betalkirina Peymana Stenbolê û nebicîhanîna têrker a Qanûna 6284 nîşanên eşkere yên vê yekê ne."
 
'Tundiya li dijî jinan û mirinên gumanbar berdewam in'
 
Gulcan Kaçmaz Sayyiğit bal kişand ser rapora mehane ya şîdetê ya JINNEWSê û got, "Li gorî daneyên JINNEWSê, di sala 2025'an de herî kêm 297 jin û 29 zarok hatine kuştin; 191 jin û 28 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirine. Dîsa, li gorî rapora şîdetê ya JINNEWS'ê ya Nîsana 2026'an, herî kêm 25 jin û 1 zarok hatine kuştin. Hejmara jinên ku di bin şert û mercên gumanbar de mirine 14 e. Ev wêne wekî nîşaneyek berbiçav a girîngiya têkoşîna jinan li ber me radiweste. Erka me ye ku em bi vê zîhniyetê re rû bi rû bên ku jin karibin  nefesê bistînin û mafê wan ê jiyanê neyê tehdîtkirin. Ger piştî kuştina Gulistan Doku li gel ku her kes vekişiya quncikên xwe, ger jinan ji bo eşkerekirina rastiyê têkoşîn nekira, tora kuştinê ya brokratan qet dernediket holê."
 
 'Çi bi serê Rojin Kabaiş hat?'
 
Gulcn Kaçmaz Sayyîgît, bal kişand ser mirina gumanbar a Rojin Kabaiş û Gulîstan Doku û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê têne meşandin eşkere bûne. Gulcan Kaçmaz Şayyîgît got, "Çend hefte berê, parlementerekî AKP'ê jî behsa tora îstismarê li zanîngehên bajarên Kurdan kir. Navên Zanîngeh Kafkas, Zanîngeha Fırat, Zanîngeha Van Yuzuncu Yil û Zanîngeha Munzurê hatin rojevê . Ev daxuyaniyek fermî ye ji bo tiştên ku jixwe têne zanîn. Çima li dijî van sûc û çeteyên îstismarê yên eşkere û eşkerekirî tedbîr nayên girtin? Em dixwazin vê pirsê ji rayedaran bipirsin. Sedemeke ku Rojîn xwe bikuje tune ye û delîlek tune ku wê xwe kuştiye. Lê nîşanên xurt hene ku ew hatiye kuştin. DNA'ya du mêran li ser laşê wê hat dîtinû her weha nîşanên lêdan û zorê jî hene. Tevî ku ewqas dem derbas bûye jî telefona Rojînê hîn jî nehatiye vekirin. Xeleka îhmalkariyê heye. Divê fermana nepenîtiyê ya li ser dosyayê di zûtirîn demê de were rakirin. Ji ber ku doza Rojînê û dozên tundûtûjiya li dijî jinan û kuştinê, dozên tevahiya raya giştî û jinan in. Li ser hin înîsiyatîfên Wezîrê Dadê tê axaftin û tê gotin ku tîmek ekîbekê dê bişînin Wanê. Divê ev nebe dengdan; divê em careke din vê yekê tekez bikin.” Em balê dikişînin ser vê yekê ji ber ku her çend 21 meh derbas bûne jî hîn jî encamek tune ye. Çi dibe bila bibe, em ê berdewam bipirsin: ‘Çi bi serê Rojin Kabaiş hat?’