Ji Gultan Kışanak: peyama konferansê:Divê civak gotina xwe bêje
- 22:17 10 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gultan Kişanak a ji bo Konferansa di Sedsala Duyemin a Komarê de Veguherîna Demokratîk bang kiriye li ser hesaba xwe ya medya dijîtal têkildarî girîngiya konferansê peyamek parve kir û got: “A girîng ew e ku civak li ser çareseriyan nîqaş bike.”
Dê li Stenbolê di 13-14ê Hezîranê de bi navê “Konferansa di Sedsala Duyemin a Komarê de Veguherîna Demokratîk” were lidarxistin. Ji gelek siyasetmedar, hunermend, akademisyen û ji civaka demokratîk kes tevlî vê konferansê bibin û li ser çareseriyên pirsgirêka Kurd, aştî û civaka demokratîk biaxivin. Gultan Kişanak a di nav kesên bangawaziya konferansê kiriye têkildarî girîngiya konferansê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal bangawaziyek kir.
Nîqaşên ‘Em ê paşeroja hevpar bi hev re çawa ava bikin?’
Peyama Gultan Kişanakê wiha ye: “Ev konferans dixwaze di qada sîvîl de berpirsyarî bigire û nîqaşekê bide destpêkirin. Girîngiya xwe ji vê derê digire. Têkildarî pirsgirêkên me yên demokratîkbûnê parlamento û partiyê siyasî nîqaş dikin. Zêdetir civaka demokratîk, kes, nasname, bawerî di vê mijarê de biaxivin pir girîng e. Bi rastî ya ku ev konferast daxwaz dike ew e ku gel, derdorên cuda yên civakê, nasname, bawerî, ziman û cudahiyên civakî werin ba hev, li ser mijara ’em ê paşeroja hevpar bi hev re çawa ava bikin’ biaxivin, nîqaş bikin û di vê mijarê de girtina berpirsyariyê diyar bikin.”








