‘Em aştiyeke bê serokatiya xwe qebûl nakin’

  • 09:05 11 Hezîran 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Hanse Bulut da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî ne pêkan e û wiha got: “Aştî di destê serokê me de ye. Ger serokatiya me azad bibe em ê hemû rehet bikin. Wê Tirk jî rehet bikin.”
 
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku bi banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dest pê kir ev salek zêde ye didome. Di pêvajoyê de gavên girîng hatin avêtin lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî vê bertekan nîşan didin. Gelê Kurd ku dest ji daxwazên xwe bernade, diyar dike ku aştî girêdayê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
 
Gelê Kurd tevî hemû zext, îmha û înkarê têkoşîna xwe didomîne û aştiyê diparêze. Hanse Bulut a ji Nisêbîne ye û koçî Îzmîrê kiriye der barê zor û zehmetiyên kişandine û aştiyê de axivî.
 
Koçberî û zor û zehmetiyên hatin jiyîn
 
Hanse Bulut da zanîn ku sala Abdullah Ocalan bi komployê anîne Tirkiyeyê ew ji Nisêbînê koçberî Îzmîrê bûne û got: “Her roj yek li ber çavên me dihat qetilkirin. Ji ber zor û zehmetî, zextan me koç kir. Em hatin Îzmîrê piştî demekê em çûn Stenbolê. Em 9 salan li wir man. Pêvajoya rêveberiyên xweser de em vegeriyan Nisêbînê. Di du mehan de kes li wir nema. Şehadet zêde bûn. Min nedixwest ji wir derkevin. Hatim binçavkirin. Du rojan di bin çavan de mam. Kurê min hat girtin. Ez bi zor ji Nisêbînê derxistim. Dema hatim binçavkirin gotin ‘segvana PKK’ê’.  Piştre gotin alîkariya rêxistinê dikin. Ceza dan min û ez hatim girtin.”
 
‘Me pir êş kişand’
 
Hanse Bulut wiha anî ziman: “Piştî hatim girtin xwestin min bibin qawişa edliyan. Min got ez diçim qawişa siyasiyan. Min qebûl nekir. Gotin em ê ceza bidin te min got bidin. Hewl dan lêgerîna tazî bikin. Min qebûl nekir. Ew pêvajo wisa derbas bû. Du salan girtî mam. Dema tahliyeyê ez derxistim dadgehê. Tahliyeya min sê mehan hat dirêjkirin. Ji ber min negot ez poşman im tahliye dirêj kirin.”
 
‘Em aştiyeke bê serokatî naxwazin’
 
Hanse Bulut der barê pêvajoya aştî û civaka demokratîk û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî wiha anî ziman: “Em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan diaxwazin. Em aştiyeke bê seorkatiya xwe qebûl nakin. Serokatiyê gelek gav avêt. Çek hatin şewitandin. Lê hikûmetê tu tiştek nekiriye. Girtiyê nexweş li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Siyasetmedarên me hîna girtîne. Kurd ne wek berê ne. Em teslîm nabin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Me her tim aştî xwest. Em şer naxazin. Aştî destê serokatiya me de ye. Ger serokatiya me azad bibe em ê hemû azad bibin.”