Kûrsên avjenî û sporê yên Şaredarıya Pêyasê dest pê dikin

  • 11:31 16 Hezîran 2026
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Gerînendetiya Ciwan û Xizmetên Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyeyê ji bo ciwanan kûrsên avjenî û sporê yên belaş didin destpêkirin.
 
Kûrsên avjenî û sporê yên belaş ên ku her sal ji aliyê Şaredariya Peyasê ve têne organîzekirin û bi hezaran ciwan beşdarî wan dibin, dest pê dike. Şaredarî dê ji bo zarokên di navbera 7-14 salî de li birkên avjeniyê yên sergirtî ên Anzele û Kupelî û yên servekirî ên Dîcle û Firatê perwerdehiyên bingehîn ên avjeniyê yên belaş pêşkêş bike.  Kesên ku dixwazin beşdarî van kûrsan bibin, dikarin di navbera 16ê Hezîranê heta 19ê Hezîranê de serlêdanan bikin. 
 
Şaredarî dê her wiha li birkên avjeniyê yên sergirtî ên Anzele û Kupelî jî ji bo jinan kûrsan bide. Serlêdan ji bo van kûrsan jî heman dîrok derbas dibe û dê bêne qebûlkirin.
 
Kûrsên Sporê
 
Ji bo ciwanan kûrsên sporê yên havînê yên belaş ku beşek ji bernameya xebatên havînê ya Şaredariyê ye, hîn jî serlêdana qeydan berdewam dike. Ciwanên di navbera 7 û 14 salî de dikarin ji bo kûrsan dê di warên basketbol, voleybol, futbol û tenîsê de ku bênê pêşkêşkirin, serlêdanên xwe bikin. Dema serlêdanê ya dawîn jî 19ê Hezîranê ye. 
 
Kûrsên havînê dê li Parka Sporê, Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê û Parka 75an yên şaredariyê bên lidarxistin û di 22ê Hezîranê de piştî ku qeyd bi dawî bû dest pê dike. Sala borî, 3 hezar ciwanan serî li kûrsan dabûn û jê fêde dîtibûn.