'Li Sîncanê çar mehan de 4 girtiyên jin jiyana xwe ji dest dane’

  • 21:47 28 Tîrmeh 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Parlametnera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan di meclîsê de axivî û der barê întîxarên li girtîgeha Jinan a Sîncanê de got: “Li girtîgeha jinan a Sîncanê ewlehiya canê girtiyên jin yên edlî tuneye. Li Sîncanê di çar mehan de 4 girtiyên jin yên edlî jiyana xwe ji dest dane û wek întîxar derbasî qeydan bûye.”
 
 Parlametnera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî û întîxar û mirinên bi guman yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine jiyîn anî rojevê.
 
Dîlan Kunt Aydan li ser întîxarên di koxuşên girtiyên edlî de tên jiyîn sekinî û got: “Li Girtîgeha jİnan a Sîncanê rewlehiya canê girtiyên edlî tuneye. Di çar mehan de 4 girtiyên jin jiyana xwe ji dest dane û wek întîxar derbasî qeydan bûye. Her wiha bi hevkariya parêzeran hatiye teyîtkirin ku 7 jinên jî zirar dane xwe. Jin bi pêkanînên nebaş re tên rûhev û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Divê demildest ev îdia bê lêpirsînkirin û berpisyariya ji bo pêşîgirtina binpêkirinan bê cih.”