‘Em mudaxaleyên li hember beden qebûl nakin’
- 09:05 31 Tîrmeh 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL- Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Ayşegul Ateş Tarla, der barê hekîmên ku li Agiriyê reklama ‘suneta jinan’ dikir de axivî û da zanîn ku der barê mijarê de lêpirsîn tê meşandin û got li hember yekitiya beden tu mudaxaleya tibî û zîhniyeta serdest qebûl nakin.
Op. Dr. Alî Çakir ku li Agiriyê li klînîkek nexweşiyên jinan û welidînê ya taybet peywir dikir, li ser çapemeniya civakî di bin sernavê ‘suneta jinan’ de reklama kar û barên estetîka vajînal kir. Vê rê li ber bertekan vekir. Li dijî pêkanîna Female Genital Mutilation (FGM –Mutîlasyona Genital a jinan) ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li hember jin û zarokên keç wek binpêkirina maf a herî giran û cureyê tundiya zayendî tê pênasekirin, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ket tevgerê. Endama Konseya Navenda TTB’ê Ayşegul Ateş Tarla der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Nikare bê rewakirin’
Ayşegl Ateş Tarla destnîşan kir ku gotina suneta jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin û rewakirin û got: “Hekîmek têgehek wisa bikar tîne û reklamê dike. Ev li dijî etîka pîşeyî ye. Mutîlasyon qedexe ye û erêkirina wê ne pêkan e. Reklama vê jî bi qanûnan hatiye astengkirin.”
Pêvajoya lêpirsînê hat destpêkirin
Ayşegul Ateş Tarla bi lêv kir ku li ser tespîtkirina reklama mijara gotinê ya li ser çapemeniya civakî Konseya Navenda TTB’ê ketiye tevgerê û wiha berdewam kir: “Rêziknameyên zelal yên der barê reklama pêkanîna tibî de heye. Konseya navendê piştî vê parvekirinê pêvajoya lêpirsînê da destpêkirin. Niha Odeya Tabîban a Agirî-Qers- Îdir û Erdexanê pêvajoyê dişopînin."
‘Em ê destûrê nedin mudaxaleya li hember bedena jinê’
Ayşegul Ateş Tarla di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Reklameke wisa ya li Tirkiyeyê mirovan matmayî dihêle. Ev pêkanîn rê li ber seqetbûnên ku vegera wê tuneye, windabûna organan vedike. Ev pêkanîna ku sînora temen li ber çav nagire, tê ferzkirin. Hekîm piştî bertekan reklam rakir. Îdia kir ku ‘labîoplastî dike û şaş hatiye fêmkirin.’ Lê di vir de mudaxaleya li hember bedena jinê heye. Nêrîna divê organa jinê bê biçûkirin tê ferzkirin.Ev bûyer binpêkirin maf a du alî nîşan dide. Ev hem binpêkirina qedexeya suneta jinan hem jî di bin navê ‘bedewbûnê’ de mudaxaleya li ser bedena jinê derdixe pêş. Ev her du jî nayên qebûlkirin û divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Em ê destûrê nedin vê mudaxaleya li hember bedena jinê.”







