‘Têkoşîna azadiya jin û parastina xwezayê yek in’

  • 15:25 7 Tebax 2026
  • Çand û Huner
BEDLÎS - Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel a di çalakiya serdana Gola Krater ên Nemrûdê axivî, bal kişand ser nêzîkatiya li hemberî jin û xwezayê û wiha got: “Metîngeriya li ser jinan bi metîngeriya li ser xwezayê re girêdayî ye û weke jin em çawa têkoşîna azadiyê dimeşînin, divê em li hemberî talana xwezayê jî rawestin.”
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma "Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene" tê meşandin, di roja xwe ya 8'emîn de bi serdana Gola (Gehr) Krater ên Nemrûdê berdewam kir. Bernameya serdanê bi performansa Koma Erbaneyê ya KASED'ê dest pê kir. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, nûnerên saziyên sivîl û partiyên sizyasî û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
 
Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîrok û girîngiya Gola Kraterê ya Nemrûdê û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi bîr xist û wiha got: “Mesele ne tenê li dijî talankirina xwezayê derketin e; mesele di heman demê de avakirina siberojeke azad û xwedîderketina li perspektîfa ekolojîk e. Ekolojî tenê parastina derdorê nîn e, şêweyekî jiyanê û felsefeyek e. Di heyama pêşiya me de mijara ku em ê herî zêde li ser bisekinin û nîqaş bikin dê ekolojî be. Ji ber feraseta ku xwezayê nebîne û li ser xwezayê her tiştî wek maf bibîne, îro jîngehek ku em lê bijîn nehiştiye. Krîza avhewayê ya îro rasterast berhema feraseta ku xwezayê wek çavkaniya qezencê dibîne ye. Çavkaniyên xwezayê ji bo herkesî bi awayekî wekhev bes in.”
 
Sebahat Tuncel di axaftina xwe de nêzîkatiya li ser xwezayê û ya li ser jinan bi hev ve girê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya li hemberî xwezayê, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî jinan e. Ev mijar yek ji xalên bingehîn ên têkoşîna azadiya jinan e. Em her dem diyar dikin ku metîngeriya li ser jin û ya li ser xwezayê rasterast bi hev re têkildar in. Zext, tundî û qirkirina li ser jinan di heman demê de encama desthilatdariya li ser xwezayê ye. Em wek jin çawa têkoşîna azadiyê dimeşînin, divê em li hemberî van polîtîkayên mêtîngeriyê yên li ser xwezayê jî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em ê tev de jiyana demokratîk ava bikin.”
 
Piştî axaftinê bername bi gera ber bi behrê ve bi dawî bû.