'Abdullah Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye'
- 09:35 8 Tebax 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Endama Komîsyona Edaletê ya TBMM’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku "Qanûna çarçoveyî" gaveke qanûnî ya ewil a muzakereyê ye.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Qanûna Çarçoveyî ya “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ji aliyê AKP'ê û MHP'ê ve ji Serokiya Meclise re hat pêşkeşkirin. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin. Qanûna Çarçoveyî ji aliyê DEM Partî û CHP'ê ve jî hat îmzekirin. Qanûn duh ji Komîsyona Edaletê re hat şandin û tê payîn roja yekşemê di Desteya Giştî ya Meclise de bibe qanûn. Ji bo qanûna çarçoveyî meclisê xebatên xwe careke din dirêj kir û dê heta 7-11ê Tebaxê bixebite.
Endama Komîsyona Edaletê ya TBMM’ê û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, der barê "Qanûna çarçoveyî" ya hatiye rojeva meclîsê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêşnûme qanûna pêşkêşî meclîsê hatiye kirin, gavek ewil a qanûnî ya muzakereyê ye. Meral Daniş Beştaş balkişand ser lezgînbûna zemîna qanûnî û li ser girîngiya deklerasyonê sekinî û got: “Pêvajo aştî û civaka demokratîk 2 sale didome. Banga 27’ê Sibatê li cihekî girîng cih digire. Divê demildest pêvajo bigihêje zemîna hiqûqî. Ev pêşnûmeya qanûnî gava yekemîne.”
‘Her tim poşmanî li Kurdan hat ferzkirin’
Meral Daniş Beştaş polîtîkayên ku di dîrokê de dewletê li hember Kurdan bikar aniye bibîr xist û wiha anî ziman: “Em di piştperdeya dîrokî dizanin ku Kurd her tim bi darizandinan, qetilkirin, tunekirin, zext û êrîşan, dadgehên rayeya taybet, DGM’yan, teslimiyetê hedef girtin. Lê vê carê ne wisa ye.”
‘Di alî destpêkê de girîng e’
Meral Daniş Beştaş wiha dirêjî dayê: “Pêşnûme qanûn tevî kêmasiyan, di alî gaveke ewil a qanûnî de girîng û bi nirxe. Wek destpêkê divê biçûk neyê dîtin û nirx bê dayîn. Bêguman em kêmasiyan tînin ziman. Di alî destpêkê de girîng e. Di qanûnê heyî de ferzkirina poşmaniyê didome. Niha xala 221’emîn a Qanûna Cezaya Tirk tê sererastkirin. Ev ne zemînek teslîmgirtin an poşmaniyê ye ev zemîneke hiqûqî ya ku girtî û mîlîtan jê fêdeyê bigireye. Her wiha reşweke hiqûqê ya kolektîf jî tê sererastirin.”
‘Sererastkirina nû dixwaze’
Meral Daniş Beştaş di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ev gaveke ku der barê rewşa bi hezaran girtî, kesên hatine surgunkirin û gerîlayan sererast dike. Qadên din nahewîne. Ji ber vê jî ji qada perwerdehiya bi ziman bigire heta kirdebûna Kurdan a qadên taybet, xizmetên cemawerî, rewşa KHK’iyan û gelekên din jî sererastkirinên nû dixwaze. Ev qanûn ji armanca xurtkirina qada siyaseta demokratîk re xizmetê dike. Ev gava tevlibûna jiyana civakî ya kesên li derve, li girtîgehan e. Ev tê wateya pêkanîna şertên azad. Ev pêşnûme qanûn di nokteya pêkanîna şerê azad de deriyên azadiyê vedike.”
Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de li ser nîqaşên statu û her wiha kêmasiyên di sererastkirinê de jî sekinî û da zanîn ku wê şopandin û kontrola ku biryar çawa tên dayîn bikin û wiha got: “Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Divê kanalên ragîhandinê û rola wî ya di vê pêvajoyê de bên vekirin.”
Meral Daniş Beştaş wiha berdewam kir: "Em bawer dikin ku rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen û kesên ku li ser çareserkirina nakokiyan dixebitin divê li ser vê mijarê bi wî re bişêwirin û divê ev yek li ser bingehek îdarî, bi biryarên îdarî were bicîhanîn. Daxwaza azadiyê bi dawî nebûye û wê bi dawî nebe. Heta ku şertên azadiyê neyên bicîhanîn, ew ê berdewam bike."
'Destpêkeke nû'
Meral Danış Beştaş, destnîşan kir ku qanûn ne dawîyek e, lê destpêkek nû ye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li ser qanûnek diaxivin ku dê ji deh hezaran kesan re sûdmend be. Û ji bo cara yekem, Kurd wekî mijar di vê qanûnê de cih digirin. Em bi rastî di xaçerêyek pir girîng a dîroka hiqûqê de ne."







