Çaglar Demîrel: Ji înkarê ber bi çareseriya demokratîk ve
- 09:05 10 Tebax 2026
- Rojane
Rojda Aydin - Pelşîn Çetînkaya
AMED - Aktivîsta TJA’yê Çaglar Demîrel diyar kir ku polîtîkayên bi armanca tunekirina hebûna Kurdan îro veguherîne nîqaşa çareseriya demokratîk û destnîşan kir ku ev qanûn ne encam e, qonaxeke nû ya têkoşînê ye û got: "Divê rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin û statuya Gelê Kurd bikeve bin garantiyê.”
Di çarçoveya avakirina zemînê hiqûqî yê Pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk de, qanûna pêşniyar a “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di 5’ê Tebaxê de bi îmzeya 367 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatibû kirin, ji Komîsyona Edaletê re jî derbas bû. Her wiha li bendêne ku îro bê ber Lijneya Giştî ya Meclisê.
Têkildarê pêvajoyê de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
“Di serdemekê de hebûna wê nehatibû qebûlkirin jî, îro naskirina hebûna Gelê Kurd û ewlekirina mafên wê di qada qanûnî û makezagonî de wekî pirgirêkek bingehîn li ber me rawestiyaye.”
* Di tevahiya dîroka komarê li ser Kurdan her dem teslîmiyet û qirkirin hat ferzkirin. Ji redkirinê çawa hatin vê astê? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna Kurdan îro anî ser asteke çawa?
Dema em ji dîroka komarê û heta îro binêrin, em dibînin ku Kurdan rol û misyonekî girîng hilgirtine ser milên xwe. Di pêvajoya avakirina komarê de, di Makezagona 1921’ê de nêzîkatiyek hebû ku gel bikaribin xwe bi xwe birêve bibin û bi hev re bijîn. Lê belê bi Makezagona 1924’an re ev nêzîkatî hat guhartin. Kurd di serî de, gel û baweriyên cuda ji statuya qanûnî hatin derxistin û bi siyaseta înkar û asîmîlasyonê rûbirûyî hatin hîştin. Di nav dîroka Komarê de Gelê Kurd ji darvekirinan heta surgunan, ji komkujiyan heta polîtîkayên îmha û inkarkirinê di pêvajoyên gelekî giran re derbas bû. Ziman, çand û nasnameya Kurdan tune hat hesibandin; bi feraseta "Tiştekî bi navê Kurd tune ye" xwestin hebûna gel ji holê rakin. Bi koçberiya zorê, şewitandina gundan, kiryarên nediyar, zîndanên 12’yê Îlonê û zextên giran ên ku di serdemên cuda de hatin jiyîn re rûbirûyî dorpêçeke dîrokî hatin hiştin.
Lê belê tevî van hemû polîtîkayan jî Gelê Kurd li ber xwe da û hebûna xwe parast. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna Kurdan di heman demê de wekî têkoşîna ji tunebûnê afirandina hebûnê binirxînin. Hewldana gelekî ku hebûna wê hatiye inkarkirin, ziman û çanda wê nehatiye hesibandin ku xwe ji nû ve ava bike, di nav demê de rê li ber derketina şêweyên cuda yên têkoşînê vekir. Em nikarin derketina têkoşîna çekdarî jî ji van mercên dîrokî cuda binirxînin. Gelê Kurd; ji pêvajoyeke dirêj ku bi înkar, tunekirin, sirgun, koçberî, darbe, zîndan û komkujiyan rûbirûyî ma, hat heta îro. Tevî van hemû êrişan jî di encama têkoşîna ku meşand de, derbarê ziman, çand, nasname û hebûna xwe de hişmendiyeke civakî û siyasî ya girîng derxist holê.
Di asta ku em îro hatinê de, em di xaleke wê de ne ku hebûna Kurdan a ku di pêvajoya avakirina komarê de yek ji hêmanên damezrîner bû, ji nû ve tê nîqaşkirin. Di serdemekê de hebûna wê nehatibû qebûlkirin jî, îro naskirina hebûna Gelê Kurd û ewlekirina mafên wê di qada qanûnî û makezagonî de wekî pirgirêkek bingehîn li ber me rawestiyaye. Ji ber vê yekê pêvajoya ku îro tê nîqaşkirin, ne tenê çareseriya pirsgirêkên heyî ye; di heman demê de qebûlkirina hebûna gelekî ku di dîrokê de hatibû înkarkirin û destgirtina vîna damezrîner li ser zemînekî demokratîk îfade dike.
“Em dibînin ku nirxandin û hevdîtinên ku Birêz Ocalan ji wê rojê û vir ve kiriye, bi perspektîfeke ku hemû qonaxên pêvajoyê pêşbînî dike hatine destgirtin.”
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bangawaziya 27’ê Sibatê re her qonaxeke vê pêvajoyê bi hûrgilî honand. Tevî hemû ferzkirinan jî îro zemîna qanûnî, “qanûna çarçove" di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ev qanûn dê ji bo Tirkiyeyê deriyekî çawa veke?
Nêzîkî du sal in em vê pêvajoyê nîqaş dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfade kir ku di pêvajoyên ji raburdûyê heta îro hatine meşandin de çek ne armanc e, amûrek e ku şert û mercan ferz kiriye; di serdemeke ku Gelê Kurd polîtîkayên îmha û inkarkirinê re rûbirû bû, bi armanca xweparastinê têkoşîna çekdarî derket holê. Lê di asta ku îro hatiye de destnîşan kir ku têkoşîna çekdarî dema xwe qedandiye û divê çareseriya pirsgirêkê di zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk de pêk bê. Di banga 27’ê Sibatê ya Civaka Aştî û Demokratîk de jî ev nêzîkatî bi awayekî gelekî zelal derxist holê. Divê em li vir Sirri Sureyya Onder ê jî bi bîr bînin; di bingehê bangê de avakirina çarçoveya siyaset û hiqûqa demokratîk derket pêş.
Em dibînin ku nirxandin û hevdîtinên ku Birêz Ocalan ji wê rojê û vir ve kiriye, bi perspektîfeke ku hemû qonaxên pêvajoyê pêşbînî dike hatine destgirtin. Ji ber ku ji bo pirsgirêk bi awayekî mayînde bibe xwedî çareserî, berî her tiştî diviyabû çarçoveyeke qanûnî bê ava kirin û ev bibe xwedî statuyeke hiqûqî. Heta îro pêşiya siyaseta demokratîk bi qedexe, girtin û siyasetên zextê yên cuda hat girtin. Di asta ku hatî de pirsgirêkên bingehîn, rakirina astengiyên li ber vê siyasetê û gihandina siyaseta demokratîk li zemînekî hiqûqî ye.
Bi rastî bingehên pêvajoya ku îro tê jiyîn, di Manifestoya Civaka Demokratîk û deklerasyona ku Birêz Ocalan derxistiye holê de gav bi gav hatin honandin. Di wê pêvajoyê de ne tenê ji Gelê Kurd re an jî ji hêzên çekdar re, ji tevahiya civaka Tirkiyeyê re bang hat kirin. Dema dihat diyar kirin ku divê zihniyeta heyî ya Tirkiyeyê biguhere û veguhere, dihat îfade kirin ku divê Gelê Kurd jî li gorî mercên serdema nû guherînekê bijî. Ocalan, rê li ber pêvajoyeke nû vekir ku wê siyaseta demokratîk bigihêje zemînekî qanûnî.
Wekî din ev hemû, di bin mercên tecrîdeke gelekî giran de, bi têkilî û derfetên gelekî sînordar hatin meşandin. Bi hevdîtinên sînordar ên ku bi dewlet û şandeyan re hatin kirin re, derbarê çareseriya pirsgirêkeke nêzîkî sed salî û piralî de perspektîfeke berfireh hat derxistin holê. Ji ber vê yekê asta ku îro hatiye gihîştin, ne tenê berdewamiya pêvajoyeke heyî ye; ew asteg dîrokî ye ku rê li ber çareseriya meseleyeke ku bi salan e nayê çareserkirin di zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk de vedike.
“Em hêvîdar in û dixwazin ku bi têkoşîna tê meşandin û vê gava yekem a hatî avêtin re pêvajo veguhere asta ku azadiya Ocalan jî misoger bike.”
* Di qanûna çarçoveyê de statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih negirt. Ev pêvajo dê çawa bimeşe? Ji bo azadiyê berpirsiyariyên civakî çi ne?
Qanûn bi rastî girîng e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e ku gaveke wê hebûna Kurdan qebûl bike û zemîna hiqûqî ya siyaseta demokratîk ava bike di rojevê de ye. Bêguman derbarê qanûnê de rexne û nirxandinên cuda hene. Ev gelekî bi qîmet in û divê rexne bên kirin jî. Lê belê divê mirov binêre ka ev rexne dê çawa bibe alîkar ji bo pêşveçûna pêvajoyê. Rêberê Gelê Kurd jî pirsgirêlê tam ji cîhekî wisa dest digire û ev rêziknameyê wekî gaveke pêvajoyê dinirxîne. Gaveke ku di rêyek hezar gavî de tê avêtin çawa girîng e, di vir de jî divê mirov bibîne ku gaveke ku bê avêtin dikare rê li ber guherîn û veguherînên gelekî mezintir veke. Ji ber vê yekê divê ev qanûn ne wekî rêziknameyeke dawî ku dê hemû pirsgirêkan di carekê de çareser bike, lê wekî destpêka veguherîneke mezintir bê nirxandin.
Lê belê yek ji kêmasiyên herî girîng ên qanûnê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de, girtiyên ku cezayê hetahetayî yê giran hildane û girtiyên nexweş ên li girtîgehan li derveyî çarçoveyê hiştiye. Wê demê pirsgirêkên ku tên jiyîn tên ber çavan, neyê qebûlkirin e ku ev kes di derveyî rêziknameyê de bêne girtin. Ji ber vê yekê divê çarçoveya qanûnê bê berfirehkirin û ji bo ewlekirina mafên girtiyan têkoşîn bê meşandin.
Rêberê Gelê Kurd ti carî nêzîkatiyeke ku rewşa xwe dayne navendê dernexist holê. Her dem azadiya civakê, vekirina rêya gelan û avakirina jiyaneke demokratîk xist rêza yekem. Ji ber vê yekê, ger ku em îro behsa çareseriya demokratîk dikin, berî her tiştî divê rê li ber bê vekirin ku Ocalan di mercên wekhev û azad de, bi gihîştina azadiya xwe ya kedekî mezintir bide vê pêvajoyê.
Em hêvîdar in û dixwazin ku bi têkoşîna tê meşandin û vê gava yekem a hatî avêtin re pêvajo veguhere asta ku azadiya Ocalan jî misoger bike. Ji ber ku azadiya wî ne tenê wekî azadiya kesekî bê destgirtin; ji bo statuya Gelê Kurd, azadiya civakî û paşeroja demokratîk a gelên li Tirkiyeyê jî gaveke girîng e. Dema em girîngiya qanûnê dipejirînin, divê em kêmasiyên wê jî bi awayekî zelal derxin holê û ji bo çareserkirina wan têkoşînê mezin bikin.
“Divê kokek şax bide û bê mezin kirin. Ev qanûn jî gava yekem e ku ji bo çareserkirina kokdar a pirsgirêka Kurd hatiye avêtin. Şertê yekem ê çareseriya ji kokê ve jî naskirina hebûna Kurdan e.”
* Gelo bi vê qanûnê re dê her tişt çareser bibe? Mijarên wekî zimanê dayikê û hwd. di naverokê de cih negirtin. Derbasbûneke çawa tê armanc kirin, pêdivî bi qanûnên din hene?
Em behsa pirsgirêkeke hêsan nakin. Em behsa înkarkirina sedsalî ya Kurdan, komkujiyan, darbeyan, şewitandina gundan, kuştinên kiryarên nediyar û têkoşînên ku li dijî van hemûyan hatine meşandin dikin. Ji ber vê yekê ev qanûn ne tenê bi wateya qebûlkirina hebûna Kurdan a bi awayekî qanûnî ji aliyê TBMM’ê ve ye, di bingehê xwe de xwedî taybetmendiya destpêkekê ye. Ji ber vê yekê em ji vê re dibêjin “qanûna çarçove-kok". Divê kokek şax bide û bê mezin kirin. Ev qanûn jî gava yekem e ku ji bo çareserkirina kokdar a pirsgirêka Kurd hatiye avêtin. Şertê yekem ê çareseriya ji kokê ve jî naskirina hebûna Kurdan e. Ne pêkan e ku mirov behsa maf, statu û siyasetên demokratîk ên gelekî ku hebûna wî nehatiye naskirin bike.
Di serî de divê zemînekî ku hebûna Kurdan bi awayekî hiqûqî nas dike bê ava kirin, piştre rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin û ev bibe xwedî garantiyeke qanûnî. Tenê piştî vê yekê dê pêkan bibe ku mijarên bingehîn ên wekî statu, nasname, ziman û çanda Kurdan bi awayekî berfireh dest bên girtin. Divê hemû qadên ku heta îro hatine qedexekirin û nehatine heşibandin ji nû ve dest bên girtin.
Tevî vê yekê, ji Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê heta Qanûna Partiyên Siyasî, hemû rêziknameyên ku siyaseta Kurd krîmînalîze dikin û beşdariya demokratîk sînordar dikin, neçar e ku ji nû ve dest bên girtin. Ji ber vê yekê divê pêvajo tenê bi qanûneke sînordar nemîne. Pêdivî bi rêziknameyên nû yên qanûnî heye ku ziman, çand, nasname û hebûna Gelê Kurd ewle bikin; îradeya wê ya ku ka dixwaze çawa bijî nas bikin û civakîbûna siyaseta demokratîk misoger bikin. Di heman demê de divê ristek hiqûqî ya demokratîk bê ava kirin ku Kurd û Tirk bikaribin di serî de li ser bingehê statuya wekhev bi hev re bijîn.
"Di nav daxwazên hevpar de temsîliyeta wekhev a jinan di komîsyona ku dê li Parlamentoyê were damezrandin, beşdarbûna wan di mekanîzmayên biryardanê de û avakirina komîsyonek jinan a taybet heye."
* Tirkiyeyê heta niha civak û jinan di bin navê "netew-ax" de mehkûmî xizaniyê kiriye. Çareseriya pirsgirêka Kurd û hevdîtinên aştiyê yên ku îro têne nîqaşkirin ji bo jinan tê çi wateyê? Dê bandorek çawa li jinan bike?
Jin, di nav komên ku herî zêde ji şer û pevçûnan bandor bûne de ne. Jin hatine dûrxistin, paşguhkirin, kuştin û di malê de hatine hepskirin. Çavkaniyên ku di bin têgeha "netew-ax" de ji bo polîtîkayên şer û ewlehiyê hatine veqetandin, bûne sedema xizanbûna civakê û bêtir nexuyabûna jinan. Ji ber vê yekê, heke em îro behsa pêvajoyek guhertinê dikin, divê çavkaniyên ku ji bo şer hatine veqetandin ji bo jiholêrakirina xizaniyê werin veguheztin, ji bo karker, jin, ciwan û parastina xwezayê.
Lêbelê, berî vê yekê, girîng e ku jinên ku ji mekanîzmayên biryardanê hatine dûrxistin, bibin kirdeya vê pêvajoyê. Jin ne tenê koma ku herî zêde ji şeran bandor bûye, lê di heman demê de aktorên herî girîng ên têkoşîna aştiyê ne. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê pêvajoyek be ku jin tê de kirde bin û li ser bingeha wekheviya zayendî be. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pirsgirêka jinan wekî pirsgirêkek bingehîn di pirsgirêkên civakî de destnîşan kiriye û rêya çareseriyê wekî qebûlkirina jinan wekî kirde nîşan daye.
Ji berî ku qanûn bikeve rojevê jî, jinan daxwazên xwe bi zelalî anîne ziman. Ev yek di nîqaşên parlamentoyê de ya Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye û di daxuyaniyên Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatiye tekez kirin. Di nav daxwazên hevpar de temsîliyeta wekhev a jinan di komîsyona ku dê li Parlamentoyê were damezrandin, beşdarbûna wan di mekanîzmayên biryardanê de û avakirina komîsyonek jinan a taybet heye. Tespîtkirina pêdiviyên gerîlayên jin û girtiyên jin girîng e. Aştîyek bê jin netemam e û beyî jin civakek demokratîk ne mumkin e.
"Armanc ew e ku qadeke jiyana demokratîk were afirandin ku ne tenê Kurd, lê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn dikarin pêşerojek hevpar ava bikin. Belavbûna demokrasiyê li hemû qadên civakê û bidestxistina aştiyeke mayînde tenê bi vî rengî mimkun e."
* Ji bo kesên ku vegere dê plansaziyek çawa bê kirin? Ew ê çawa di avakirina civakek demokratîk de cihê xwe bigirin?
Xala herî girîng li vir avakirina siyaseta demokratîk û civakek demokratîk e. Her ku rêya siyaseta demokratîk vedibe, kesên ku vedigerin jiyana civakî dê derfet bibînin ku di warên ku ew dixwazin û beşdarî civakê dibin de siyasetê bikin. Ev veguherîn divê bi qada siyasî ve sînordar nebe. Pêşxistina zimanê Kurdî, ji nû ve nirxandina dîrok û çanda wê, rûbirûbûna bi ezmûnên berê re û xurtkirina bîra civakî jî aliyên girîng ên pêvajoyê ne. Rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê jî dixwazin fêm bikin ka çima mirov neçar in ku welat biterikînin! Di bin çi şert û mercan de têdikoşin û armanca wan çi cure jiyanê ye. Kesên ku di pêvajoyê de beşdar in divê bi xwe bersiva van pirsan bidin.
Rexneyên me li ser qanûnê heyî hene. Her çend derxistina qanûnê girîng be jî, divê gavên bilez werin avêtin da ku kêmasiyên wê werin çareser kirin û çarçoveya qanûnî bi awayekî berbiçav were bicîhanîn. Rêziknameyên qanûnî tenê bi sepandina xwe di qadê de nirxek rastîn bi dest dixin. Civak dê pêvajoyê hembêz bike ji ber ku ew bi awayekî berbiçav vê guhertinê dibîne. Kesên ku vedigerin jiyana civakî divê ji bo xwe biryar bidin ka ew ê li ku û çawa siyasetê bikin; divê kes ji bo wan pêşerojek sêwirîne.
Jiyana civakî tê wateya ku hemî beşên civakê li ser bingeha mafên wekhev bi hev re dijîn. Ev tê wateya nasname, bawerî û çandên cuda ku li ser zemînek hevpar dicivin. Armanc ew e ku qadeke jiyana demokratîk were afirandin ku ne tenê Kurd, lê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn dikarin pêşerojek hevpar ava bikin. Belavbûna demokrasiyê li hemû qadên civakê û bidestxistina aştiyeke mayînde tenê bi vî rengî mimkun e.
"Bangê me ji hemû gelê Tirkiyeyê re ev e: werin em bi hev re biguherînin û veguherînin. Werin em bêdeng nemînin, li bendê nebin ku kesek din çareser bike."
* Gel naveroka qanûnê bi tevahî erênî nabîne. Divê qanûn bi tevahî çawa were nirxandin? Banga we dê di vî warî de çi ye?
Bê guman, raya giştî dikare vê qanûnê binirxîne û rexneyên xwe bîne ziman. Rexneyên me jî hene. Lêbelê, ya girîng ew e ku têkoşînek were kirin da ku kêmasiyên di heman demê de bi awayekî avaker werin vegotin. Ev pêvajo nû dest pê dike. Qanûn çarçoveyek qanûnî diafirîne; civak dixwaze bibîne ka ew ê çawa di pratîkê de were bicîh kirin. Pêdivî ye ku rexne bi têkoşîna bicîhanîna rêziknameyên nû yên qanûnî re were hev kirin.
Bangê me ji hemû gelê Tirkiyeyê re ev e: werin em bi hev re biguherînin û veguherînin. Werin em bêdeng nemînin, li bendê nebin ku kesek din çareser bike. Hêza bingehîn a ku dê guhertina civakî biafirîne civak bi xwe ye. Em behsa pirsgirêkek sedsalî, piralî û cidî dikin. Gelek pirsgirêk divê werin çareserkirin, wek rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî, azadiya Rêberê Gelê Kurd û rewşa girtiyên di girtîgehan de. Lêbelê, hêvîkirina ku ev hemû di carekê de werin çareserkirin ne rast e; ji ber vê yekê, divê em bi hev re têkoşîn û danûstandinan bikin. Ev hemû salên têkoşîna civakî dewlet neçar kiriye ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re danûstandinan ji nû ve dest pê bike. Erka me ya din ew e ku em destê Ocalan xûrt bikin.







