Li Amedê civîna gel hat lidarxistin
- 19:51 15 Tebax 2026
- Rojane
AMED – Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Çand Amedê civîna gel li dar xist. Di bernameyê de Ayla Akat Ata axivî û got ku pêvajoyek giran e û divê hemû kes rol û mîsyona xwe baş bilize.
Bi pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê li ser pêvajoya“Aştî û Civaka Demokratîk” li Çand Amedê civîna gel lidarxistin. Ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û siyasetmedar û aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata wek axivêrtevli civînê bûn. Di eywana ku civîn hat lidar xistin de wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nîvîsa “Rêber Apo vîna me ya çareseriyê ye, di şopdariyan şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad’ hatibu nivîsandin hat daliqandin. Ji sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş, endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û bi sedan ge ltevli civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtinê dest pê kir û beşdaran siruda çerxa şoreşê hat xwendin û dirûşmên “Şehîd Namirin” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
‘Em çareseriyek bi rûmet dixwazin’
Ayla Akat Ata dîroka têkoşîna Gelê Kurd ku çawa hatiye vê rojê bi bîr xist û got, “Me xwest ku em di vê pêvajoya dîrokî de bi malbat û gelên xwe re bên ligel hevdû. Ji bo ji vê pêvajoyê re çawa bibin bersiv em hatin li cem hevdû. Divê em bi bîr bînin ku em çawa hatine heta vê rojê. Di ser pêvajoyê de sal û nîvek derbas bû û hemû kes dibêje gelo ev pêvajo dê çawa derbas bibe û çawa bi ser keve. Ji ber ku em ne cara yekeme ku ketine nav vê pêvajoyê. Çareseriya pirsgirêka kurd ne cara yekeme ku hatiye rojeva me. Ji sala 1993’yan de heta îro em di nav çareseriyê de ne. Em çareseriyek bi rûmet dixwazin.”
‘Ev zagon ne dawiye, destpêkeke’
Ayla Akat Ata destnîşan kir ku ji vê rojê şûnde divê hemû kes xwedî vê pêvajoyê derbikevin û çi bikeve li ser milên wan pêk bînin û wiha pê de çû, “Parlamentoya tirkand e cara yekeme ku zagonek bi vê rengî li ser çareseriya pirsgirêka kurd derket. Di aliyê siyasî û hiqûqî de çi bê kirin ev zagon derket. Ev zagon ne dawiye, destpêkeke. Lê divê ji vê şûnde ji bo hewcedariyê têkoşînek mezin bidin. Em bi êşên xwe yên mezin heta vê rojê hatine. Me dest daye destên hevdû û heta vê rojê hatine û me malbata xwe mezin kiriye. Me dest dane destên hevdû. Heta îro me di nav şer de têkoşîna xwe meşandiye. Saziyên me yên ziman û çandê qedexeye. Dîroka me qedexe ye. Heta îro em neketibûn çapemeniya tirkna, lê em îro çapemeniya hemûyan de ne. Divê em çawa rol û mîsyona xwe bilêyzin, wê binêrin. Li ser navên malbatên gerîla û şehîdan em çawa gotinên xwe bikin yek û bikin xizmeta vê pevajoyê. Divê em rûnenên.”
‘Rojên giran li pêşiya me’
Ayla Akat Ata dawiyê de wiha got, “Serokatî dibêje komîsyonek şopandinê ava bikin. Serokatî dibêje hem li parlamentoyê û hem jî li derveyê parlamentoyê van komîsyonên xwe ava bikin. Ji bo komisyona heqîqetê, makezagonek nû em zagonên xwe ava bikin. Ji bo em bibin bersiva vê pêvajoyê em xebatên xwe baş bimeşînin. Dibe ku dewlet tiştek neke. Lê divê em nav xwe de komîsyonên xwe ava bikin. Xebatên xwe yên nû bimeşînin. Dayik û ciwanên me pêşengên me ne. Jin di vê pêvajoyê de rolek girîng dilêyze. Ger ku ev pêvajo nekeve rojeva kesekî em ê nekaribin bi ser kevin. Îro polîtîkayên şerê taybet nehatiye sekinandin, ev polîtîka hîn berdewam dikin. Em li dijî van polîtîkayan xebatên xwe dimeşînin. Ji bo li hemberê van polîtîqayan bisekinin divê em bi aqilek hevpar xebatên xwe bimeşînin.”







