Hemşireya ku tevli çalakiya hûnandina gulikan bü ji kar derxistin
- 19:05 19 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemşîre Îkra Avci, ya ku piştgirî dabû kampanyaya "hûnandina por" ya ku li dijî bûyereke li Rojavayê Kurdistanê a ku endamekî HTŞ’ê porê hûnandî yê şervaneke YPJ’ê jê kiribû, ragihand ku ew ji kar hatiye dûrxistin.
Hemşîre Îkra Avci piştî ku beşdarî çalakiya b hûnandina por a li dijî büyera li rojavayê Kurdistanê ku endamekî HTŞ’ê porê hûnandî yê şervaneke YPJ’ê jê kiribû ji karê xwe hat dûrxişin.
Îkra Avcİ, bi parvekirina wêneyekî li ber Wezareta Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryar ragihand û got: "Ez ji kar hatim dûrxistin. Min porê xwe hûnand da ku li dijî kuştina jinan, tundî û jin-kujiyê nerazîbûna xwe nîşan bidim. Bedêla ku min ji bo vê yekê da, kariyera min bû."







