Li Wanê serdana piştevaniya bi dayikan re
- 16:32 20 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Platforma Wanê ya "Şîyar Be" serdana "Dayikên Aştiyê" û malbatên ku ji ber çalakiya nobeta li dijî madeyên hişber a li taxa Sürmeliyê ji bo îfadeyê gazî wan hatibû kirin û w piştgiriya xwe ji bo têkoşîna malbatan nîşan dan.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serdana Dayikên Aştiyê û malbatên ku ji ber nobeta li dijî madeyên hişber a li taxa Sürmeliyê ya navçeya Rêya Armûşêji bo îfadedayînê hatibûn gazîkirin kir. Endamên Platforma Wanê ya "Şîyar Be" jî beşdarî vê serdanê bûn; serdan bi mebesta balkişandina ser mijarê û di çarçoveya civîna meha Tebaxê ya meclisa şaredariyê de hatibû lidarxistin. Hejmareke zêde ya mirovan beşdarî civîna li taxê bûn.
'Ev polîtîka bi zanebûn tên meşandin'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin di dema serdanê de axivî û got: "Herçend îradeya me hatiye desteserkirin jî, em çalakî û hewldanên xwe yên têkildarî hemû mijarên civakî didomînin. Em li hemberî wê zîhniyeta ku hewl dide polîtîkayên 'şerê taybet' li Kurdistanê belav bike, li her kolanê berxwedana xwe didomînin. Sîstem hewl dide polîtîkayên xwe yên qirêj li seranserê axa me berfireh bike. Ev polîtîka bi zanebûn tên meşandin."
'Em ê heta dawiyê li kêleka malbatan bin'
Abdullah Zeydan jî ev tişt anîn ziman: "Dayikên me bi pêkanîna nobeta li dijî madeyên hişber, xwestin pêşî li jehrîkirina ciwan û zarokan bigirin. Dewlet li şûna ku kesên madeyên hişber difiroşin bigire û hesab ji wan bipirse, ji ber hewldanên wan ên bi rûmet, gazî van malbatan ji bo îfadedayînê dike. Ev rewşeke nayê qebûlkirin e. Em ê heta dawiyê li kêleka malbat û dayikên xwe bin."
Yek ji wan dayikan a ku ji bo dayîna îfadeyê hatibû vexwendin Ayten Sorgul got: "Me li vir ji bo pêşîlêgirtina firotina tiryakê çalakiyeke nobetê da destpêkirin, lê zextên dewletê kêm nabin. Em li benda piştgiriya we ne."
Piştî civînê, heyetê serdanên piştevaniyê ji bo malên niştecîyên taxê pêk anîn ku ji bo dayîna îfadeyê hatibûn vexwendin û hatibûn binçavkirin.







