ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 28 Tebax 2026
- Rojev
*"Amadekirina rêziknameyên ku wekheviya zayendî dide pêş, ji qanûnên cezayî bigire heya rêziknameyên darvekirinê, ji beşdarbûna di erkên giştî de bigire heya pêşxistina jiyana aborî û civakî û perwerdehiyê, dê beşdarî çarçoveya qanûnî ya veguherîna avahiya civakî ya li dora rizgariya jinan bibe." JINEOLOJÎ
*Jinên bêrîvan ku li Dihê ya Kevin ya girêdayî Dihê, behsa keda ku bi ronahiya ewil a rojê dest pê dike kirin. Jinên ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin, piraniya rojê ji karê dotina şîr bigire heta bi penêr û rûn bi her karekî re mijûl dibin û kedê didin. Jinên bêrîvan diyar kirin ku tevî hemû zehmetiyên jiyana gund xweş e û naxwazin ku têkiliya wan bi axê re qut bibe. DÎMEN HEYE
*Hediye Dadak, agahiya kurê xwe Salîh Dadak di merasîma bi bîranîna pakrewanan de bihist û got: "Kurê min ne tenê şehîdê min e, ew şehîdê me hemûyan e." BI DÎMEN
*"Îro, ez ji nû ve difikirim ka em çawa dikarin bibin layiqî te û hevalên te. Ez li rêyan digerim da ku nirxên te li dû xwe hiştine biparêzim, têkoşîna te zindî bihêlim û piştrast bibim ku tu nayê jibîrkirin." PENÛSA JINAN
*Wêneyên merasîma sersaxiyê ya li Nisêbînê ku tê de bi hezaran kes wekî dilek û dengekî bûn yek...JIN GALERÎ







