Ji malbata Sultan Kara bertek

  • 18:48 28 Tebax 2026
  • Rojane
AMED- Xizmên Sultan Kara ya hat qetilkirin, di daxuyaniya hat dayîn de axivîn û ji bo Sultan Kara edalet xwestin, bertek nîşanê negirtina tedbîran dan.
 
Li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê du roj berê jina bi navê Sultan Kara ji aliyê Ersan Akdemîr ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetilkirin. Ji bo Sultan Karan Tora Têkoşîna bi Tundiyê re û Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) daxuyanî da. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat, hevşaredara bajarê mezin a Amedê Serra Bucak û nûnerê npartiyên siyasî tevli bûn.
 
Li ser navê jinan Îlknur Ayik daxuyanî xwend.
 
Îlknur Ayyik axivî û da zanîn ku cînayetên jinan teşeyê herî giran a tundiya mêr e û got ev êrîşên ku mafê jiyana jinan hedef digirin tu car nikare bê rewakirin.  Îlknur Ayik daxuyakirin ku divê mekanîzmayên ku mafê jiyana jinan diparêizn bên xurtkirin û got: “Em Sultan Kara jibîrnakin, nadin jibîrkirin. Heta ku qetilkirinên jinan bidawî nebin em ê bêdeng nemînin.”
 
‘Em ê heta dawî li pey dozê bin’
 
Meta Sultan Kara, Hamdiye Kiziltepe jî axivî û got: “Jin ji aliyê mêran ve tên tehdîdkirin û qetilkirin. Em edaletê dixwazin. Em heta dawî li pey vê edaletê ne. Bila jin neyên qetilkirin. Em bi hev re têbikoşin.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî axivî û got heta jiyaneke azad û wekhev bê avakirin wê têbikoşin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.