Pakrewanên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

  • 13:01 4 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Li navçeya Ataşaehîr a Stenbolê Şehîdên Tevgera Azadiyê tên bibîranîn. 
 
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Ataşehîrê bernameyê bîranînê hat lidarxistin. Malbatên pakrewanan, Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bîranînê bûn.
 
Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên pakrewanan hate danîn. Piştî axaftinan mewlûd hate xwendin.
 
Bîranîn bi serdanan didomin.