Hunermend û lîstikvana şanoyê Gulistan Tahir koça dawî kir

  • 16:13 5 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subarî dihat naskirin, piştî dehan salên jiyana hunerî ya di qada stranbêjî, şano û lîstikvaniyê de, îro koça dawî kir.
 
Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subari dihat naskirin, îro li bajarê Bochum ê Almanyayê koça dawî kir. Gulistan Tahir, bi xebatên xwe yên muzîk, şano û lîstikvaniyê re li ser qada huner û çanda Kurdî şopeke girîng hişt.
 
Gulistan Tahir ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di sala 1984'an bi stranbêjiyê, endamtiya komên folklora Kurdî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kiriye. hejmarek stran pêşkêş kirine ku yek ji wan jî strana navdar a “Qamişloka Evînê” ye.
 
Gulistan Tahir di nava malbateke hunerperwer de ji dayik bûye, bavê wê hunermend Necim Omerî ye û dayika wê stranbêj Hesîna Omerî ye. Xwişka wê Mizgîn Tahir hunermanda operayê ye, birayên wê Remedan Necim Omerî û Şikrî Sobarî jî hunermendên navdar in.
 
Rêwîtiya Gulistanê ya hunerî tenê bi stranbêjiyê sînordar nema, paşê wê berê xwe da qadên şano û lîstikvaniyê, bi derhêner û nivîskarê şanoyê Adil Îsmaîl re xebat daye meşandin. Gulistanê xebatên xwe yên hunerî piştî çûyîna xwe ya Almanyayê domandin, beşdarî gelek çalakiyên hunerî û çandî yên Kurdî yên li Ewropayê bû.
 
Gulistan Tahir di Mîhrîcana Şanoyê ya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê de xelata lîstikvana herî baş wergirtibû.
 
Piştî nûçeya wefata wê, Komeleya Çand û Civakî ya Newroz a li Lubnanê, hunermend bi bîr anî û wefata wê ji bo cîhana huner û şanoya Kurdî wekî windahiyek mezin bi nav kir. Komeleyê, diyar kir ku Gulistan Tahir bi jêhatîbûn, hewesa xwe ya ji bo hunerê û serkeftina xwe ya zindîkirina karakterên şanoyê de dihat nasîn.
 
Her wiha komeleyê, rêwîtiya hunerî ya Gulistan Tahir a beşek girîng jiyana xwe fedayê çand û şanoyê kir bi bîr anî û sersaxî ji malbat, hevkarên wê yên di cîhana huner û şanoyê de û hezkiriyên wê re xwest.