Mînîbusa karkeran qulipî kanala avê: 19 kes birîndar bûn
- 20:36 6 Îlon 2026
- Rojane
RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir qulipî kanala avê û 19 kes birîndar bûn.
Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê mînîbusa bi planaka 44 ABG 037 ku karkerên çandiniyê dibir qulipî kanala avê. Ekîbên tenduristî, îtfaye, cendermeyan sewqê herêmê hat kirin. Ekîban xebatên rizgarkirinê da destpêkirin. 19 kesên ku nav de jin û zarok jî hebûn ji mînîbusê hatin derxistin û rakirin nexweşxaneyan.







