Li Sheffieldê bibîranîna pakrewanên azadiyê

  • 08:22 8 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sheffield ê Îngilistanê Pakrewanên Azadiyê yên Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.
 
Li bajarê Sheffield ê Îngilistanê  Pakrewanên Azadiyê yên Kurdistanê hatin bîranîn. Bîranîn li Salona Civînê ya Woodbourn Roadê pêk hat û li gel malbata şehîd Orhan (Recep Aslan) gelek Kurdistanî tevlî bûn.
 
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre sînevîzyoenk li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate nîşandan. Di dema nîşandanê de li salonê tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
 
Destpêkê bi navê Komîna Sheffieldê Baran Balaman axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi berdêlên giran ên di têkoşîna azadiyê de da gihîşt vê astê. Balaman destnîşan kir ku şehîd divê ne tenê weke parçeyekî rabirdûyê, di heman demê de weke rênîşandêrên têkoşîna jiyana demokratîk û azad bêne dîtin.
 
Bi navê Civaka Azad jî Hakan Pirsûs axivî û destnîşan kir ku di parastina lêgerîna azadî, îrade û nasnameya gelê Kurd de têkoşîna şehîdan xwedî roleke diyarker bû. Lewma jî işaret bi girîngiya xwedîderketina li vê mîrateyê kir.
 
Ji Tevgera Jinên Kurd Hacer Yildirim jî anî ziman ku jiyaneke azad û wekhev tenê bi feraseta civaka rêxistinbûyî dikare bê afirandin.
 
Di bîranînê de malblata şehîd Recep Aslan serdanên sersaxiyê qebûl kir.