ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 11 Îlon 2026
- Rojev
*Teşhîrkirina bedena Ekîn Wan, bedena Taybet Înan a li kolanê hat hiştin û cenazeyê Cemîle Çagirga yê di cemedankê de hat hiştin, wek rûyên hevdem ên berdewamkirinê jin ne tenê windahiyên xwe rejîma tundiyê ya li ser beden hatiye avakirin jî îfşa dikin. JINEOLOJÎ
*Rojnamgerên jin der barê Xelatên Rojnamegeriyê ya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê MKG’ê ve îsal ya duyemîn pêk tê, bang kirin û diyar kirin ku jin ji bo di qada çapemeniyê de xwe heyî bikin kedek mezin didin û serlêdanên tên kirin jî divê wek dewrgirtina vê mîrateyê bê dîtin.
DÎMEN HEYE
*Arîn Întîkam ku piştî birayê xwe Mehmet Halîl Durmuş tevli têkoşîna azadiyê bibû, berê xwe da çiyan, herî zêde ji hevaltiya PKK’ê bi bandor bû.
DÎMEN HEYE
*Jin Jiyan Azadî ku di têkoşîna azaya bi dehan saliya jinên kurd de bi teşe bû, bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê sînor bezand û piştî qetilkirina Jîna Emînî li her çar alî cîhanê bilind bû. Ev her sê gotinên Kurdî, veguherî dirûşmeya azadiyê ya hevpar a jinan.
*Kesên ku beşdarî merasîma bîranînê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bûn, girîngiya rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanan destnîşan kirin û gotin, "Em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin. Em ê her tim li pişt pakrewanên xwe bin." DÎMEN HEYE







