Newroz Uysal Aslan: Rêya aştiya gelan ne tenê bêçekbûn e

  • 09:05 21 Îlon 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan der barê qanûna çarçoveyî de axivî û got: “Lijneyên hatine avakirin divê mekanîzmayên xwe ava bikin û bernameyekê ji me re ragihînin. Di vê mijarê de bang û daxwaza me esas e.”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir didome. Di çarçoveya pêvajoyê de PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û biryara xebata di alî siyasetê de da. Qanûna çarçoveyî ya li meclîsê hat amadekirin jî hat erêkirin û tê payîn ku bi Lijneya Ewlehiya Neteweyî qanûn bikeve meriyetê.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Gavê heta îro hatine avêtin
 
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku pêvajo nêzî du salan e didome û got: “Bi banga Rêberê Gelê Kurd re pêvajoyê dest pê kir û PKK’ê xwe fesix kir. PKK’ê kongreya xwe pêk anî, çek şewitand û bêçekbûn deklere kir. Der barê vê de gavek hiqûqî ya şênber hat avêtin qanûn hat derxistin û ev der barê pêvajoya derbasbûna siyasetê bû. Di vê qanûnê de du lijne û îradeya avakirina gelek komîsyonên binî hebû. Lijneya ewil li ser şopandin û nirxandinê ye. Di vê lijneyê de dewlet cih digire. Ya din lijneya bin banê meclîsê de hatiye avakirin e. Heta niha lijneya şopandin û nirxandinê di 24’ê Tebaxê de civîn kir û çar komîsyonên bilind ava kir.”
 
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku ev lijne bixwe tê wateya ku qanûn ketiye meriyetê û got: “Qanûn niha di meriyetê de ye. Biryara MGK’ê ya derketiye holê jî mijara ‘lîsteya terorê’ ya dewlet bi awayekî hiqûqî li dijî tevger û têkoşîna Kurd bikar tîne ye. Ji ser tespîta der barê hebûna PKK’ê de hinekî din girêdayî prosedurê kirine. Sala borî me ev nîqaş kirin û em derbasî qanûnê bûn. Ya girîng ev e ku biryara MGK’ê ji bo vê ne astengî be, dema derkeve mekanîzmayên der barê vê de hatine yan nehatine amadekirin e.  Di vir de gavên hatine avêtin û guherînên pratîk in.”
 
‘Pêvajoya bernameyek zelal tuneye’
 
Newroz Uysal Aslan got yek ji komîsyona di bin banê meclîsê de hatiye avakirin Komîsyona Demokrastî û Xwişk û Biratiyê ya Piştevaniya Netewî ye û wiha anî ziman: “Komîsyon bi rapora xwe xebata xwe biqedîne jî muxatabê pêvajoyê ye. Rapor jî hîmê esas ê qanûna niha derketiye ye. Vê qanûnê di nav xwe de du bername ava kir. Lijneyeke ku xebatên komîsyon, lijne, xurtkirin, girtina fikr û nêrîn û nivîsandina raporan dimeşîne ye. Lijneyek di bin banga meclîsê de ye. Lê heta niha em ji yek civînek wan agahdar in. Daxwaza me ev e ku bernameyeke zelal ku rayagiştî tê agahdarkirinê bê amadekirin. Me wek DEM Partiyê ev daxwaz kir. Lê bernameyek zelal a ku rayagiştî bê agahdarkirinê tune ye. Ji aliyê Numan Kurtulmuş ve hîna bangek gotin an jî nivîskî tune ye.”
 
‘Divê her kes di lijneyan de cih bigirin’
 
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku ji ber qanûnê du lijneyên esas hatine avakirin û got: “Koordînasyonek hewcedariyên pêvajoyê û koordînasyona saziyên dewletê û burokrasiya dewletê dinirxîne û dişopîne. Ya din jî komîsyona meclîsê ya partiyên siyasî tê de cih digirin. Hewce bi komîsyonek binî ya ku saziyên civaka sivîl, tevgerên cuda û însiyatîf jî tê de cih bigirin heye. Îro ev lijne xwe dispêrin xala 7’emîn a qanûnê. Bi vê xalê rê tê vekirin ku ji aliyên cuda, siyasetmedar, akademîsyen, biyanî û herêmî kes di van komîsyonan de cih bigirin.”
 
‘Rêya aştiyê ne tenê bêçekbûn e’
 
Newroz Uysal Aslan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêçekbûn destpêka mijarê be jî çaresreiya mijarê rizgariya Tirkiyeya nû ye. Bi rastî jî riya xwişk û biratiya Tirk-Kurd ne tenê bêçekbûn e. Rêveberiyên herêmî, azadiya fikr û ramanê, daxwazên gelê Kurd û her tiştê ku têkoşîn û daxwazên gelê Kurd terorîze dike divê bên tespîtkirin. Ev  ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gav bi gav hat vegotin. Asta yekemîn bêçekbûn û bêpevçûn bû. Asta duyemîn pêkanîna qanûnan. Daxwaza wî pêkanîna entegrasyona demokratîk û destûra bingehîn a demokratîk bû. Lê hîna me asta yekemîn temam nekiriye. Divê TMK bê rakirin. Divê kanalên siyaseta demokratîk bên vekirin ku ev jî zemîna asta duyemîn bixwe ye. Divê ji her cureyê astengiyên qanûnî yên pêşî li tevlibûna siyasetê digire, xwe dûr bigirin. Ev jî ji îradeya her du aliyan pêk tê.”
 
‘Dema nû bi pêkanînên berê nabe’
 
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku îro behsa paradîgmayek nu tê kirin û wiha dirêjî dayê: “Ev paradîgmaya nû di nav xwe de xwedî karekter û krîteran e. Ev paradîgmaya nû ne tenê guherîna ziman, zîhniyet, di hiqûqê de di girtîgehan de guherînekê ferz dike. Îro li girtîgehan girtiyên siyasî yên 30 salî hene. Girityên nexweş hene. Yên kal û pîr hene. Rastiya girtîgehên tîpên çal hene. Dema em li van dinêrin dema nû bi hiqûqa berê bi pêkanînên berê, nabe.”
 
‘Divê mekanîzmayên başkirinê bên avakirin’
 
Newroz Uysal  Aslan da zanîn bîra têkoşîneke 50 salî heye û got: “Winda, kiryarnediyar, koçberbûn, îşkence, bi zorê windakirin, gorên komî, pêvajoya derketinên derve yên di navbera 2015-2016’an de û her wekî din. Ji bo ev bigihêjin heqîqetê divê rûhevhatin, heta divê mekanîzmayên başkirinê bên avakirin. Em rûhevhatina civakî û derxistina holê ya heqîqetê diparêzin.”