Jinên Îranî di lîstikên Asyayê de du madalyayên zêr û du yên zîv girtin

  • 10:58 24 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên qeyîkvan ên Îranî di Lîstikên Asyayê yên Nagoyayê de madalyayên zêr û zîv girtin. Zeyneb Norouzî û Kîmya Zareî di pêşbirka rakirina sivik a jinan a duqatî de medalyaya zêr, Fatemeh Mocellal di pêşbirka rakirina sivik de medalyaya zêr girt.
 
Di roja pêncemîn a Lîstikên Asyayê yên Nagoya yên 2026’an de, werzîşvanên jin ên Îranê yek ji rojên herî serkeftî bi navê Îranê bi dest xistin. Jinan du madalyayên zêr û du madalyayên zîv di qeyîkvanî û wûşuyê de girtin.
 
Di qada qeyîkê de, Zeyneb Norouzî û Kîmya Zareî di fînala pêşbirka rakirina sivik a jinan a duqatî ya Lîstikên Asyayî de bi dereceya 6:53.93’an de di rêza yekem de cih girt û madalyaya zêr bi dest xist. Japonya û Hong Kongê di rêza duyemîn û sêyemîn de cih girtin.
 
Ev serkeftin bû duyemîn medalyaya zêr a ku jinên Îranî di qada qeyîkvaniyê de digrin. Berê Fatemeh Mucellal bi dereceya 7:24.57’an di fînala rakirina sivik a jinan de bi ser ketibû û yekem medalyaya zêr a Îranê di qeyîkê de di Lîstikên Asyayî de bi dest xistibû.
 
Piştî vê serkeftinê, Fatemeh Mucellal diyar kir ku ev madalya encama du salên perwerdeya berdewam a di bin şert û mercên cuda de ye û madalyayê diyarî keçên Îranê kir.
 
Di pêşbirka qeyîkê de, tîma çarqat a jinan a Îranê ku ji Mahsa Cewar, Soha Fexrî, Saghî Malekî û Hengameh Kamyab pêk dihat, bi dereceya 6:27.24 di rêza duyemîn de cih girt û madalyaya zîv bi dest xist. Tîma Çînê madalyaya zêr, Japonyayê jî di rêza sêyemîn de cih girt.
 
Di Wûşuyê de, Sogand Sinkaeî di fînala kategoriya Sanda ya jinan a 52 kg. de piştî ku li hemberî Wudî ya Çînî winda kir, madalyaya zîv bi dest xist. Sinkaeî di riya xwe ya fînalê de reqîbên xwe yên ji Hindistan, Vîetnam û Hong Kongê têk biribû.
 
Performansa jinên Îranî di dema Lîstikên Asyayî yên Nagoyayê de pêk hatin, nîşan didin ku werzîşvanên jin ên Îranî di dîsîplînên wekî qeyîkvanî, wûşu, şûrsazî û kabaddiyê de pêşbazî kirine.