YJK-E: Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin !

  • 11:09 24 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E’yê, daxwaz kir ku di bûyera qetilkirina Enda Kala de lêkolîn bê kirin ka ti îhmalkarî an kêmasiyek di erkên parastinê de çêbûye an na û bang kir ku berpirsiyar li hemberî hiqûqê hesab bidin.
 
Yekitiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), li ser qetilkirina Enda Kala ku li bajarê Coesfeld ê Elmaniyayê di nav navendeke stargeh de hatibû kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
YJK-E’yê, da zanîn ku li gorî agahiyên ewil, Enda Kala ji aliyê mêrê berê pê re zewicîbû ve bi kêran hatiye qetilkirin û got: “Jinek din jî ji aliyê tundiya mêran ve ji jiyanê hat qutkirin. Em vê yekê asayî nabînin. Em ê bêdeng nemînin û ji bîr nekin.”
 
YJK-E’yê, bal kişand ser wê yekê ku qetilkirina jinan nikare bi navê “pirsgirêka malbatî”, “hesûdî” an jî “hêrsa ji nîşkê ve” bê ravekirin û wiha dewam kir: “Ev encama wî pergala mêrsalar e ku gefxwarin, şopandin, tundî û kuştina jinan pêkan dike. Hemû qetlîamên jinan bi siyasetên dewletê ve girêdayî ne. Erk û peywira dewletê ne ew e ku cenazeyên jinan ji morgê rake, peywira wê ew e ku jinan hê ku sax in biparêze.”
 
YJK-E’yê, destnîşan kir ku divê rê mercên ku gefxwarin, şopandin, tundî û qetilkirina jinan rê li ber vedikin bêne lêkolînkirin. Her wiha teqez kir ku divê mafê jiyanê yê jinan bikeve bin misogeriyê, metirsiya tundiyê cidî bê girtin û tedbîrên parastinê di dema xwe de bêne bicihanîn.
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bê zelalkirin ka berî bûyerê ti îhmalî, guhnedan an kêmasiyek di pêkanîna erka parastinê de çêbûye an na û di rewşeke de ku îhmal hebe, berpirsiyar di dadgehê de hesab bidin.
 
YJK-E’yê, bang kir ku ewlehiya zarokên jina qetilkirî bê peyda kirin, piştevaniya derûnî û civakî ji wan re bê pêşkêşkirin û ev kuştin bi rengekî kûr û zelal bê lêkolînkirin.
 
YJK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em ê her tim mafê jiyanê ya jinan biparêzin, rêxistinbûna li dijî tundiya mêr û bilindkirina piştevaniyê dewam bikin. Heta ku ji bo her jineke qetilkirî edalet pêk werê û pergaleke ku jin tê de bi azadî û bê tundî dijîn ava bibe, têkoşîna me wê bidome!”