Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn
- 14:00 27 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Mahbûbe Şebanî ku ji ber kesên di protestoyan de birîndar bû bi motorsîkleta xwe gihand navendên tenduristiyê dihate sûcdarkirin, bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) bi raporekê ragihand ku Mehbûbe Şebanî ya 33 salî ku di xwepêşandanên Çileya 2026‘an de hatibû binçavkirin, ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.
Hate destnîşankirin ku Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê Mehbûbe Şebanî bi tohmeta ‘endamtiya di grupên opozîsyonê de‘ ceza kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku di êvara 2‘yê Sibata îsal de, Artêşa Pasdaran bi bikaranîna tundiyeke zêde Mehbûbe Şebanî li Meydana Azadiyê ya Meşhedê binçavkirin, dest danîn ser motorsîkleta wê û piştî demekê ew veguhastin Girtîgeha Vekîlabadê.
Mehbûbe Şebanî 1’ê Îlona 2026’an carek din hate darizandin û cardin şandin girtîgehê. Duh ji parêzerên wê re hate ragihandin ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û gihîştiye qonaxa fermî.







