Azadiya Welat bi sernavê ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket
- 10:25 28 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN -Hejmara 38emîn a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bal kişand ser tecrîda ku berdewam dike û bi manşeta “Astengiya mezin tecrîd e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 38emîn de bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û gavên ku di van 2 salên dawî de hatine avêtin. Rojnameyê di vê hejmarê de cih da nirxandinên Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Ruştu Tiryakî yên der barê şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çareseriyê. Siyasetmedaran destnîşan kirin ku gav dereng tên avêtin û ev pêvajoya aştiyê dixe xeteriyê. Rojnameyê di nûçe û hevpeyvînan de cih da nirxandinên siyasetmedaran ên li ser pêvajoyê.
Rojnameyê dîsa di rûpela ewil de gotara nivîskar Nesrîn Namdar a bi sernavê “Ayetê homa zî nêşînasnenê”, gotara nivîskar Hisên Çatikkaş a bi sernavê “Avakirina nirxan”, gotara nivîskar Prof. Dr.Abdulîllah Polat a bi sernavê “Ziman nasname ye, lê her wiha rihê mirovan e”, gotara nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Ber bi înşaya azadî û demokrasiyê ve”, gotara nivîskar Cahît Kirkazak a bi sernavê “Çar binlijne û yek pirs: Pêvajoya demokratîk li ku derê ye? derxist pêş.







