Zextên rejîma Îranê yên dijî jinan dewam dikin

  • 13:00 3 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku di meha borî de 15 jin li Rojhilatê Kurdistanê bûn qurbaniyên tundûtûjî û zextên rejîma Îranê. Her wiha ji destpêka salê ve 64 kurd hatine darvekirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Hana, rapora xwe ya mehane ya derbarê rewşa mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo meha Îlonê belav kir. 
 
Di raporê de hate diyar kirin ku di meha Îlona îsal de, li Rojhilatê Kurdistanê du jin hatine qetilkirin û pênc jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer ji aliyê hevjîn an jî xizmên wan ên nêz ve hatine kirin. Her wiha heşt jinên din jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.
 
Hate destnîşankirin ku bi boneya çaremîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, li 17 bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hatibû ragihandin û rêjeya tevlîbûna esnafan nêzîkî %80 bû. Ji ber vê yekê, Dezgeha Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran zextek zêde xistiye ser esnafan; bi rêya gefên girtina cihên kar, betalkirina lîsansan (destûr) û sepandina cezayên îdarî hewl dide wan bitirsîne.
 
Hate destnîşankirin ku di meha Îlonê de herî kêm 72 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin. Tê gotin ev kes piraniya xwe bi hêcetên tevlîbûna çalakiyên sivîl, medyayî û siyasî hatine girtin.
 
Her wiha hate gotin ku cezayê girtîgehê li 10 kesên binçavkirî hatiye birîn ku bi giştî dike 43 sal. Di heman demê de du welatiyên Kurd hatine darvekirin; bi vê yekê hejmara Kurdên ku ji destpêka sala 2026’an ve hatine darvekirin gihîşt 64 kesan. Li aliyê din, girtiyekî bi navê “Emîr Emîrî” di bin şert û mercên neasayî û bi awayekî gumanbar di Girtîgeha Qizilhesarê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Di dewama rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hana de hate ragihandin ku di meha Îlonê de ji ber gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên rejîma Îranê, du kolberên Kurd hatine kuştin û kolberek jî birîndar bûye. Her wiha di operasyon û rûbirûbûna hêzên hikûmetê de çar welatiyên bi navên Şîrzad Qasmî (li Kirmanşanê), Mucteba Babaxanî (li Îlamê), Elî Nûslûb (li Pîranşarê) û Şemal Fexrûlewlemayî (li Merîwanê) birîndar bûne.ç
 
Di heman raporê de hate gotin ku di warê ewlehiya kar de jî, sê karker di dema li ser kar de jiyana xwe ji dest dane.