Li Êlihê mirina bi gûman a zarokekî

  • 11:21 17 Cotmeh 2026
  • Rojane
ÊLIH - Zarokê bi navê Muhammed O. li taxa Çamlıtepeyê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Çamlıtepeyê ya Êlihê, Muhammed O. yê 17 salî li mala xwe di şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.
 
Hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina sedema rastîn a mirina Muhammed O., lêpirsînek hatiye destpêkirin.