Li Bîstanê Bajar a Komuna Jinan a Binevş berhemên ewil hatin berhevkirin
- 09:04 12 Cotmeh 2026
- Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Bîstanê Bajar ê Komuna Jinan a Binevş ku li Cizîrê di bin banê şaredariyê de hat vekirin, berhemên wê yên ewil hat berhevkirin. Jin berhemên xwe hem diçînin hem jî difroşin.
Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di esasê azadiya jinê û nûneriya wekhev de 5 bajar wek ‘bajarên jinan’ îlan kir. Amed, Artemêr, Cizîr, Nisêbîn û Gever herêmên pîlot hatin hilbijrtin. Di 6’ê Adarê de Cizîr bajarê jinan hat îlankirin û gelek xebatên jinan di vê çarçoveyê de hatin kirin. Yek ji van xebatan Bîstanê Bajar ê Komuna Jinan a Binevş bû. Bîstan li taxa Basîsk a girêdayê Cizîrê li ser qada hezar û 570 metrekare qadî hat çandin. Jinan bi kedek kolektîf di 22’yê Gulanê de îsot, balcan, xiyar çandin. Niha jî bi hatina payîzê re dema berhevkirinê hat û jinan dest bi komkirinê kirin.
Yek ji xebatkara Bîstanê Bajar ê Komuna Jinan a Binevş Zeynep Kuçuk (47) der barê avakirina bîstan de keda ku dane de axivî.
‘Em kolektîf dixebitin’
Zeynep Kuçuk got bi germbûna hewayê re bîstan çandine û got: “Bîstan di bin banê şaredariya Cizîrê de hat vekirin. Proje ji bo jinan bû. Em niha tenê sê kes li vir in. Lê hejmara me zêde ye. Em bi kolektîf dixebitin. Me bîstan çand û niha em berhemên xwe kom dikin û difroşin. Em piştgiriyê dixwazin. Divê zêdetir jin tevli me bibin.”
Zeynep Kuçuk wiha pê de çû: “Em îsot, balcan, bamya, xiyar, her tiştî diçînin. Niha em şînahiyan diçînin. Me malbatên ku hewcedariya wan bi piştigiriyê heye tevli projeyê kir. Em berhemên xwe ji wan re jî dibin. Em berhemên xwe didin hevalên tên serdana me jî. Ligel vê em dibin bazarê û difroşin. Yên hewcedariya wan heye em dibin ji wan re jî.”
‘Xurekên me bê derman in’
Zeynep Kuçuk wiha dawî lê anî: “Xurekên me bê derman in. Em hilberîneke organîk dikin. Ji ber vê hewcedariya me zêdetir bi piştgiriyê heye. Em bang li hemû kesî dikin werin berhemên bîstanê jinan bigirin. Di civakê de nêrîneke ku jin nikarin tiştekî bikin tê afirandin. Ka li vir binêrin. Ev der ji aliyê jinan ve hat avakirin. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Em bi xebatek kolektîf dikarin her tiştî bikin.”







