Ji qirkirinê ber bi demokrasiyê ve Şengal!
- 09:03 18 Cotmeh 2026
- Ji Pênûsa Jinan
"12 siwariyên zarokên agır û rojê keç û kurên Apoger xwe li çiyayan dan û nirxa pîroz jiyana ezdatî parastin. Ew bûn hêvî û dahatuya civakê misoger kirin. Ev rojên dîrokî û bîra mirovatî ji van qonax û demsalên bi êş re şahidî û temaşevanî dikir, lê êdî ev civak xwediyê parastin, pergal, zanebûn û pêşerojeke nuh bû. "
Sînem Adali
Gelê Şengalê piştî fermana dawi ku navê wê kiribûn fermana 74’an di vê fermanê de gel êdî bê henase mabû, di çiyayan de ji bê çaretiyê keça êzîdî Cilanê, dawî li jiyana xwe anî da ku nekeve destên çeteyên DAIŞ’ê yên hov. Dîsa yadê Gulê ji bo parastina kurê xwe ser çeteyê DAIŞ’ê dikuje û çete jî wê dikujin, yadê Erzan jî ji aliyê çeteyan ve di mala xwe de tê şewitandin. Ev mînak beşeke pir kêm ji trajediya civaka êzîdî ne
Civakên bê parastin li benda çarenûsên tarî ne
ji ber bê parastina civaka êzîdi bi hezaran jin û zilamên êzîdî ketin destên çeteyan û bûn êsîr, bûn mijara bazarên zilamtiya dijwar û desthilatdariya hêzên derve ku çete di destên wan de bibûn amûrên xirapkirinê. Li hemberê vê rewşa kambax, êş û azaran ev civak carek din bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Gelê kurd bû vîn û zane û civakê xwe bi rêxistin kir û bû xwediya sazi û hêza parastina welatê xwe…
YJŞ Sonda Cilan, Yadê Gulê û Yadê Erzan e
Ezmûna ku jiyan bû tecrubeyeke gelek mezin, loma ew bûn modela xweser û mînaka kokên ezdatiyê ku çiqasî kûr û qedîm in. Bi vê jî xwedî li çanda berxwedana Cilan Yadê Erzan û Yadê Gulê derketin bûn Artêşa jina êzîdxanê. Ev her sê jinên sembol bûn perestgehên civak û jina şengalî, loma civêka dît ku bê parastin ne rûmet ne jî bawerî dikare were jiyîn û divê civak bibe xwediyê vîna azad.
Dema ku nalîn û hawara çiyayên şengalê bilind dibû,êdî wijdanê mirovahiyê jî cemidîbû û cihê gotinê jî qediya bû, hêvî lewaz û awirên şermok xwe didan der,gelo ev dê çawa bi encam bibûna û dê ev fermanê çawa bihata veguhestin ji bo zindîkirina nirxê civakê û pêşeroja bi hêvî, gelo ji bîrkirin çare bû na, na na, tola herî mezin divê çawa bûna û rêbaz çawa bihatana hilbijartin? Tu welat û hêzan êdî nikaribû behsa civakekê bike daku jiyan di şexsê jinê de dihat tunekirin, çewisandin û nirxê civaka qedîm di bazaran de dibû amurê çeteyên qirêj û mijara kirîn û firotinê. Gelo ev ferman dê weke fermanên dinê hejmareke din li êşa bi salan zêde bikrana yan dê jiyan ji xweliya civakeke qedim careke din li van axan şîn bibûna û bibûna vîna civakek birîndar.
12 siwariyan hêviya civaka êzîdî zindî kirin
12 siwariyên zarokên agır û rojê keç û kurên Apoger xwe li çiyayan dan û nirxa pîroz jiyana ezdatî parastin. Ew bûn hêvî û dahatuya civakê misoger kirin. Ev rojên dîrokî û bîra mirovatî ji van qonax û demsalên bi êş re şahidî û temaşevanî dikir, lê êdî ev civak xwediyê parastin, pergal, zanebûn û pêşerojeke nuh bû. Ev pêşeroj bi nirxên gelek giranbiha hatibû vê qonaxê û tovê berxwedanê şîndibû. Êdi gel henaseyeke kur dida û bi ser bilindî xwe ji şerman rizgar kiribû xwediyê keç û xortên çeleng Egît û şervanan bû, bila giyana Cilanê Yadê Gulê û Yadê Erzan şa be, bila çeka YJŞ'ê bibe temînat û pêroja azad.







