‘Divê dewlet gavên bi lez ji bo demokratîkbûnê biavêje’

  • 09:06 17 Mijdar 2026
  • Ramyarî
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Meclisa DEM Partiyê Arzu Fırat, helwesta dewletê ya ku astengiyên di pêvajoya aştiyê de bar dike ser milê aliyê din û diyar kir ku paşxistina garantiyên qanûnî ji bo demeke nediyar, dibe sedema bêbaweriyê Arzû Firta destnîşan kir ku divê dewlet ji bo pêşxistina pêvajoya demokratîkbûnê, bi lez gavên qanûnî biavêje.
 
Di demekê de ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, wekî beşek ji pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk, hin gavên wekî bêbandorkirina çekan û vekişandina hêzan bo derveyî sînor, li bendê ye ku hikûmet jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê, gavên qanûnî û siyasî yên pêwîst bavêje. Nêzîkatiya yekalî a dewletê ku di pêvajoya çareseriyê de ji bo astengiyan aliyê din sûcdar dike û misogerkirina qanûnî jî dihêle bo demeke nediyar de, di nava gel de dibe sedema bêbaweriyeke kûr.
 
Endam Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan  DEM Partî), derbarê pêvajoya heyî û her wiha daxuyaniyên Serokê Saziya Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin ên di konferansa bi sernavê "Peymana Civakî ya Herêmî ya Nû li Rojhilata Navîn" de, nirxandin kir. 
 
Qonaxa civaka demokratîk
 
Arzu Fırat diyar kir ku ev pêvajo li ser du stûnên bingehîn ava bûye; "aştî" û "civaka demokratîk" û wiha rave kir: "Piştî vê, rêveberiya Tevgerê pêşî kongreya xwe li dar xist; piştre pêvajo derbasî qonaxeke nû bû ku bi biryara feshkirina tevgerê û danîna çekan dihat naskirin. Di vê pêvajoyê de du hêmanên bingehîn hebûn. Ya yekem aştî, ango dûrketina ji hawîrdora şerê çekdarî û pêvajoya bêçekbûnê ku ev yek bi feshkirina rêveberiya Tevgerê pêk hat. Qonaxa duyem jî qonaxa civaka demokratîk bû. Ev qonax, avakirina nasnameya gelê Kurd wekî welatiyên wekhev û misogerkirina statuya qanûnî û siyasî ji bo ziman û çanda kurdan bi rêyên demokratîk, dihewand."
 
‘Rêberiya Tevgerê gelek gav avêtine’
 
Arzu Fırat bi bîr xist ku qûnên ji bo Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û yekbûn civakî, piştî xebatên komîsyoneke parlamentoyê ku du salan domiyan, bi erêkirina 467 parlamenteran hatine qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Pêvajoyên bi vî rengî, ji xwezaya xwe ve, dikarin demdirêj bin. Di nava van her du salan de, gavên ku ji aliyê Rêberiya Tevgerê ve hatine avêtin, bûne sedem ku hêviyên ji bo gavên zêdetir jî derkevin pêş. Dihat payîn ku ev pêvajo bi civîneke Encûmena Ewlekariya Millî (MGK) ya di meha Cotmehê de dest pê bike; lê belê, ev civîn hat paşxistin û ji bo 27'ê Mijdarê hate plankirin. Bêguman, em ji vê civînê encameke berbiçav hêvî dikin. Ji ber ku xala yekem a qanûna çarçoveyê, bi hejmara 7595 pêşniyar dike ku di bin banê Ofîsa Alîkarê Serokwezîr de desteyek were avakirin  ku Meclîseke Giştî bicivîne û piştre jî biryara Encûmena Ewlekariya Neteweyî di Rojnameya Fermî de were weşandin. Her wiha, xala pêncem jî pêwîst dike ku di nava Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de komîsyoneke çavdêriyê were damezrandin.”
 
‘Hêj tu gavên gavên qanûnî nehatine avêtin’
 
Arzu Fırat bal kişand ser gotinên Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin ku di konferanseke bi sernavê "Peymana Civakî ya Herêmî ya Nû li Rojhilata Navîn" de hatibûn kirin û diyar kir ku tevî gavên ku ji aliyê Rêberiya Tevgerê ve hatine avêtin jî,dewletê hêj di bersiva vê yekê de tu gavên qanûnî neavêtine. Arzu Fırat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha pêwîst e bal were kişandin ser gotineke Îbrahîm Kalin a di dema konferansê de. Gavên demokratîkbûnê yên ku di xala heftemîn de cih digirin ku em vê xalê bi taybetî girîng dibînin, armanc dikirin ku pirsgirêka Kurd di bingeha civakeeke demokratîk de ye, ji kokê ve were çareserkirin. Her çend me qanûna çarçoveyê ku avêtina gavên qanûnî û dadwerî yên pêwîst dihewîne—wekî kêmasî dîtibe jî dîsa jî me nirxand.”
 
‘Gavên ku bihata avêtin dê bawerî misoger bikirana’
 
Arzu Fırat diyar kir ku welat bi krîzeke cidî re rûbirû ye, ji ber ku dewletê heta niha gavên pêwîst neavêtine û destnîşan kir ku erkên ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine diyarkirin, dikaribûn beriya derxistina qanûna çarçove jî bên bicihanîn. Arzû Firat di berdewamiyê de wiha got: “Di vê çarçoveyê de, mimkun bû ku girtî bên berdan û derbarê rêveberiya herêmî de tedbîr bên girtin. Ev dê bibûna pêşveçûnên girîng ku dê bawerî xurt bikirana. Lêbelê, ew rastiya ku ji dema pejirandina qanûna çarçove ve tu gav nehatine avêtin, bi daxuyaniyên ku hatine dayîn re nakok e. Tişta ku em jê re dibêjin ‘aştiya erênî’, pêvajoyek e ku tê de pîvan û pratîkên demokratîk tên parastin. Dirêjkişandina vê pêvajoyê, di nava civakê de dibe sedema nediyariyê û kêmbûna baweriyê. Divê ev mijar di zûtirîn dem de bên çareserkirin. Em li vê pêvajoyê wekî qonaxekê dinêrin; erkr serdemek ku tê de hemû gel, komên baweriyê, jin û ciwanên ku li vî welatî dijîn, cih digirin..”
 
‘Divê bêyî dirêjkirina pêvajoyê, gav bên avêtin’
 
Arzu Fırat anî ziman ku ev pêvajo wekî pêvajoyeke ku wê civakî bibe  ango hemû gel, komên baweriyan, jin û ciwanên li welêt dihewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e dewlet gavên demokratîk ên ku divê di vî warî de bavêje, lez bike. Wekî ku hûn dizanin, Serokê Meclisa Tirkiyeyê birêz Numan Kurtulmuş, ji bo nîqaşkirina avakirina ‘Komîsyoneke Çavdêriyê’ serdana partiyên siyasî yên cuda kiriye. Em vê yekê wekî gaveke girîng dibînin. Ji bo xurtkirina baweriya civakî û misogerkirina wê yekê ku pêvajo li ser bingeheke saxlemtir pêş bikeve, divê ev gav bi lez bên avêtin; ji bo avakirina çarçoveyeke fermî divê qanûnên pêwîst di demeke kurt de bên derxistin û dewlet di gavên xwe yên din de divê zûtir tevbigere. Afirandina peymaneke civakî ya herêmî ya nû li Rojhilata Navîn, bi stratejiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ku têgeheke ji aliyê Rêberê Gelê Kurd, birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin re bi temamî li hev tê. Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku pevçûn lê pir dijwar in, pêwîst e ev çarçove bê diyarkirin û bêyî derengxistina zêdetir gavên pêwîst bên avêtin.”