Ji bo girtiyên nexweş nobeda bêdem destpê kir
- 15:42 17 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyeke rûniştinê yê bêdeng destpê kir ku balê dikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û astengkirina mafê dermankirinê yê girtiyan.
Nobed bi banga DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) destpê kir. Malbatên ji girtiyên bi nexweşiya giran Newroz Bozkurt û Evin Zapsu jî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê destpê kir. Hate ragihandin ku çalakî heta ku girtiyên nexweş bêne berdan û derfetê dermankirinê bê dayin wê dewam bike.







