Li Îzmîrê komxebata 'Cureyên têkoşîna li dijî tundiyê' hat lidarxistin
- 15:55 17 Mijdar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Navçeya Alîagayê ya DEM Partî û TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Alîagayê li ser hişmendiya zayendî û têkoşîna li dijî cureyên tundûtûjiyê komxebatek li dar xistin.
Meclîsa Jinan a Navçeya Aliaga ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, li avahiya Rêxistina Navçeya Aliaga ya DEM Partiyê ya li Îzmîrê komxebatek li dar xistin. Gelek jin beşdarî komxebatê bûn û li ser hişmendiya zayendî, cureyên tundiyê û rêbazên têkoşîna li dijî wê nîqaş hatin kirin.
Piştî axaftinan, jinên beşdar di komxebatê de ezmûnên xwe parve kirin û girîngiya têkoşîna jinan tekez kirin.
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.







