Şeyma Îsa dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kir
- 11:34 18 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Malbata girtiya siyasî Şeyma Îsa bi daxuyaniyek ragihand ku keça wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Malbatê ji ber girtina wê û dozên li hatine vekirin, bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navnetewî kir.
Di 29’ê Mijdara 2025’an de, hêzên desthilatdar ên Tûnisê çalakvana siyasî ya navdar Şeyma Îsa girtin. Li Şeyma Îsa 20 sal cezayê zindanê hatibû birîn, bi sûcdariya komploya li dijî ewlehiya dewletê.
Şeyma Îsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Malbat girtiya siyasî Şeyma Îsa bi daxuyaniyek ragihand ku keça wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye û wiha hat gotin: “Bi nêzikbûna salvegera yekem ku di 29’ê Mijdara 2025’an de hat girtin re em wekî malbata girtiya siyasî Şeyma Îsa radigihînin ku keça me di 16’ê vê mehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Em berdewamiya girtina wê û binpêkirinên giran ên ku ew û girtiyên din ên jin û mêr pê re rûbirû dimînin şermezar dikin.”
‘Greva birçîbûnê ji bo her kesê peyamek e’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku greva birçîbûnê ya Şeyma Îsa ne tenê awayekî protestoyê ye, gihîştandina dengê jineke ku biryar daye bi awayê fizîkî li hemberî bêdadiyê bisekine û ji devê Şeyma Îsa wiha hat gotin: “Deriyê riya dadê li ber min hat girtin. Min di meşeke jinan de, li ber çavên hemû kesan, girtin û revandin.”
Malbatê diyar kir ku Şeyma Îsa bi vê grevê dixwaze peyamek bide gelê xwe, bang li kesên xwedî wijdan bike û hemû kes bizanibin azadî mafê her kesê ye.
Banga ji bo tevgereke lezgîn
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jiyana bê azadî ne jiyan e, mirina hêdî ye, ruhê mirovan roj bi roj dihelîne û hat gotin ku tu kes qebûl nake mafê wî/ê yê azadî û rûmetê bê desteserkirin û paşê jê were xwestin ku bêdeng bimîne.
Malbata Şeyma Îsa wiha bi dawî kir: “Şeyma Îsa dê bêdeng nemîne û ji mafê xwe yê dadmendiyê dest bernede. Ew qebûl nake ku bêdadî bibe çarenûsek li ser wê hatiye ferzkirin. Greva wê ya birçîbûnê ya bêdem peyameke eşkere ye, dixwaze bibêje ku îradeya azadiyê nayê şikandin û zindan, her çiqas dirêj jî be, nikare mafê rûmetê ji destên mirovan bigre û dengê ku bi ruhê berxwedanê bilind dibe bibire. Bêdengiya li hemberî vê zulmê tê wateya hevkariyê û çavgirtina li binpêkarinan dê bi xwe re bêdadiyê bîne. Em bang li hemû hêzên netewî, rêxistinên mafên mirovan û civakî, rêxistinên herêmî û navnetewî kesên xwedî wijdan dikin ku dengê xwe bilind bikin û ji bo piştgiriya Şeyma Îsa û girtiyên din bi lezgînî bikevin tevgerê, li hemberî bêdadiyê wan bi tenê nehêlin.”







