Ji jinan banga 25’ê Mijdarê: Ji bo jiyanek azad em li qadan e
- 09:08 19 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, jinan li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê peyama yekitiyê dan.
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, jinan li dijî zextên sîstematîk, qirkirina jinan û tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin. Jinan diyar kirin ku bi armanca piştevanî û parastina mafê jiyana jinan wê 25’ê Mijdarê li Taksîm Tunelê bin.
Li ser şopa xuşkên mîrabel
Jinan balkişandin ser dîroka 25’ê Mijdarê û mîrateya berxwedana Xwişkên Mîrabel û diyar kirin ku wê li dijî qetilkirinên jinan, mirinên bi guman ên jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê ku gumanbaran diparêzin bêdeng nemînin. Jinan bal kişandin ser piştevaniya jinan a li dijî polîtîkayên dewletê û zîhniyeta serdest a mêr û banga tevlibûna çalakiyên li qadan li jinan kirin. Jinan ber bi 25’ê Mijdarê li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê peyama yekitiyê dan.







