Li Til Temirê jin ji bo 25`ê Mijdarê daketin qadan
- 13:38 19 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Til Temir û Zirganê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşeke girseyî li dar xist û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî her cure şîdet û cudakariya li dijî jinan dewam bike.
Kongra Star îro li bajarê Til Temirê bi beşdariya şêniyên bajarokê Zirganê, bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşeke girseyî li dar xist.
Meşê ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û di kolanên sereke yên bajêr re derbas bû û li ser Rêya M4`ê veguherî mîtîngeke girseyî.
Di mîtîngê de, rêvebera Kongra Star a Til Temirê Ronaz Yûnis diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê bi çalakiyek salane ve sînordar e, lê têkoşîneke berdewam e.
Ronazê behsa ezmûna jinên li Rojava kir û diyar kir û got: "Şoreşa ku di sala 2012’yan de dest pê kir, rê da jinan ku beşdarî biryardanê bibin, saziyan bi rê ve bibin û di warên siyasî, civakî, aborî, parastin û dadwerî de bixebitin."
Ronazê her wiha behsa rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şerê li dijî DAIŞ`ê û parastina civakê de kir û banga xurtkirina rêxistinên jinan, hevgirtin û çalakiyên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û parastina destkeftiyên jinan kir.







