'Em di aştî azadiyê de bi israr in'
- 15:44 19 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX- TJA û TUHAD-DER'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got,: "Em li ser azadiya jinan, aştiyê û avakirina civakeke demokratîk bi awayekî kolektîf israr dikin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re li Herêma Botanê (Botan TUHAD-DER), ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş, li Şirnexê daxuyanî li dar xistin. Di çalakiya ku li pêşiya Edliyeya Şirnexê pêk hat, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û partiyên siyasî, her wiha xizmên girtiyan amade bûn. Di çalakiyê de pankarteke bi nivîsa "Azadiya girtiyên jin nayê paşxistin" hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Esra Kadirhan ve, li ser navê TUHAD-DER'ê hat xwendin.
‘Em nikarin paşguhkirina azadiya jinan qebûl bikin’
Di dema ku25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe, Esra Kadırhan bal kişand ser wê yekê ku ew hatine cem hev da ku balê bikişînin ser cureyên cuda yên tundiya li ser jinan di hemû qadên jiyanê de û her wiha pirsgirêkên ku jin di girtîgehan de rûbirûyê wan dibin bînin rojeva giştî. Esra Kadırhan got: "Tundiya li ser jinan tenê bi êrîşên fîzîkî yên li malê, li kolanê an li cihê kar sînorkirî nîne. Her cure zordariya ku armanca wê hedefgirtina îrade, nasname, azadî an mafê jiyanê yê jinê be, ew jî cureyekî tundiyê ye. Astengkirina gihîştina mafên bingehîn, astengkirina wergirtina dermankirina bijîşkî û derengxistina berdana girtiyan, hemû jî nîşanên vê zordariyê ne. Di civakê de, ji ber ku jin jiyanê didin, bi keda xwe civakê mezin dikin û pêşerojê ava dikin, girîngiyeke mezin ji wan re tê dayîn. Lê tevî ku ked û hebûna jinan ewqas girîng tê dîtin jî, em nikarin paşguhkirina azadî, tenduristî û îradeya wan qebûl bikin. Di tu şert û mercan de mafê jiyanê û azadiya jinan nikare bibe mijareke duyemîn an kêmtir girîng."
'Em li ser azadiya jinan û aştiyê israr dikin'
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re, em careke din radigihînin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku jiyaneke azad û wekhev were avakirin; jiyaneke ku tê de jin êdî rastî tundî, zext an cudakariyê nayên. Jinên girtî bi tenê nînin; daxwaza wan a azadî ye, daxwaza me hemûyan e. Bila jinên girtî azad bibin! Çimkî niha dema jinan e; dema azadî, wekhevî, aştî û hebûna îradeya jinan e di her qada jiyanê de! Li cihên ku jin ne azad bin, aştî kêm dimîne. Em li ser azadiya jinan, aştiyê û avakirina civakeke demokratîk bi awayekî kolektîf israr dikin.”
Piştî daxuyaniyê, kevokên spî ku sembola aştiyê ne hatin berdan. Bername bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.







