Ji bo bîranîna jinên hatine kuştin 'Dara Bîranînê'
- 16:33 20 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amed li Sumerparkê, navên jinên ku hatine kuştin li ser "Dara bîranînê" daliqandin û jinan diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî kuştina jinan bidomînin.
Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, bi armanca zindîhiştina bîranîna jinên ku di du salên dawî de li bajêr hatine qetilkirin, dareke li Sumerparkê veguherand “dara bîranînê”. Di çarçoveya xebatê de navên jinên hatine qetilkirin bi darê ve hatin daliqandin.
Endama Sekreteryaya Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojda Çeçenê diyar kir ku nedîtin jî perçeyek ji tundiyê ye û destnîşan kir ku têkoşîn berpirsiyariya hevpar a her kesî ye. Rojda Çeçenê bi bîr xist ku di demeke nêz de li Sumerparkê du jin hatine qetilkirin û anî ziman ku navên ku bi dara bîranînê ve hatine daliqandin ne tenê ji navekî pêk tên.







