ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 21 Mijdar 2026
  • Rojev
* Dayikên ji Stenbolê tevli çalakiya nobeta li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin bûn wiha gotin: "Hewcedariya girtiyên nexweş bi refakatê bidermanan heye. Heta ku Newrozê, Evînê û hemû girtiyan bernedin em ji vir naçin." BI DÎMEN 
 
* Tevî derbasbûna 11 salan li ser fermana Şengalê, kêmbûna derman, bijîşk û amûrên bijîşkî gihîştina xizmetên tenduristiyê dixe metirsiyê. Şengaliyên ku neçar dimînin biçin bajarên derdorê, dixwazin bi peymana entegrasyonê re statuyeke fermî bidin navendên tenduristiyê û keda bi salan neyê paşguhkirin.  BI DÎMEN
 
*Meral Daniş Beştaş biryara komîsyonê ya Yenî Partiyê rexne kir û got: “Birêz Ocalan 27 sale di hucreyê de li ber xwe dide. Ji bo çareserkirina mijarê her tiştî dide ber çavan, xwe dide holê. Yekê din radibe dibê zext heye û red dike! Ev ne lîstike. Ev pêşeroja 86 mîlyonî ye. Wê ji civakê re çi bêjin. BI DÎMEN
 
*Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî ber bi 25’ê Mijdarê tundiya li ser jinan nirxand û balkişand ser têkiliya navbera polîtîkayên şer û tundiya mêr û got: “Jinên ku kirine kirdeya şer, neçarin bibin kirdeya aştiyê jî.” BI DÎMEN