Meral Daniş Beşta: Ev ne lîstike pêşeroja 86 mîlyonî ye
- 09:17 21 Mijdar 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Meral Daniş Beştaş biryara komîsyonê ya Yenî Partiyê rexne kir û got: “Birêz Ocalan 27 sale di hucreyê de li ber xwe dide. Ji bo çareserkirina mijarê her tiştî dide ber çavan, xwe dide holê. Yekê din radibe dibê zext heye û red dike! Ev ne lîstike. Ev pêşeroja 86 mîlyonî ye. Wê ji civakê re çi bêjin.
Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke bala her kesî li civîna Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) ya 27’ê Mijdarê de pêk tê û Komîsyona Şopandinê ye. Nezelaliya der barê komîsyon û bernameya xebata wê de didome û YENÎ Partî diyar kir ku ew endam nade komîsyonê. Ev yek bû sedema bertekan.
Hevbedevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlametnera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş geşedanên di pêvajoyê de tên jiyîn, pêşketin, sererastkirinên li Îmraliyê, bendewariya gavên şênber û helwesta muxalefetê nirxand.
‘Dengê Îmraliyê naçe her kesî’
Meral Daniş Beştaş got ji meha Tîrmehê heta rawestandinek hebû û got: “Pêşketin heye. Em vê dikarin bêjin. Tevgera Kurd, Birêz Ocalan di vê mijarê de helwestek bi biryar nîşan da. Divê ev di rayagiştî de ya Tirkiyeyê de bê dîtin. Niha yek ji qadên pirsgirêk lê ye dengê Îmraliyê li Îmraliyê naçe her kesî. Di vê mijarê de sansurek mezin heye. Mixabin di beşek mezin a çapemeniya muxaefetê ya di çapemeniya desthilatdariyê de dimîne nêzîkatiyeke negatîf a bi israr ya li dijî pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Em wek Kongreya Demokratîk a Gelan her tim li qadane. Em meha pêş plan dikin ku biçin Samsun, Gîresun, Rîzeyê. Em li Trakyayê dixebitin. Divê nêzîkatiya li hember Kurdan bê dîtin. Ev zirarê dide hemû Tirkiyeyê. Ez ji kesên têkidar re dibêjim. Em hewl didin Tirkiyeye ku 86 mîlyon bi awayekî azad dijîn ava bikin.”
‘Meclîs şûnde maye’
Meral Daniş Beştaş der barê esas û usula xebeta komîsyonê de jî axivî û wiha anî ziman: “Qanûn çarçoveyî 10’ê Tebaxê de hat qebûlkirin. Mixabin dîsa dem hat dirêjkirin. Piştî qanûna çarçoveyî hat qebûlkirin şûnde hîna komîsona şopandinê nehatiye avakirin. Serokê meclîsê nêzî 10 rojane partiyan ziyaret dike. Hefteya ewil lijneya şopandin û nirxandinê civiya. Çar lijneyên binî hat avakirin. Ev geşedanên erênî bû. Lê meclîs şûnde ma. Divê ev neyê qebûlkirin. Meclîs di navenda pêvajoyê de cih digire. Divê meclîs di eniya pêş de be. Me daxuyaniya serokê meclîsê şopand. Destnîşan dike ku demek kurt de wê bê avkairin. Bêguman wê bê avakirin lê hîna jî nezelalî heye. Dîrok tuneye.”
‘Hîna jî zimanê aştiyê tuneye’
Meral Daniş Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de li ser gavên ku gel li bendê ye ku bê avêtinê sekinî û wiha anî ziman: “Gavên biçûk hene. Ev çine, derbasbûna cihê xebata nû, daxuyaniyên serokê meclîsê û îfadeyên Îbrahîm Kalin yên di konfernasa ORSAM’ê de. Di encamê de li ser navê dewletê gotinan dibêjin. Pêvajo heye, mase heye, hevdîtin heye, mekanîzma heye, diyalog heye. Lê hîna zimanê aştiyê tuneye. Aştî ji ziman dest pê dike. Di hefteyek 10 rojan de ev ziman pozîtîf bibe wê li Tirkiyeyê nêzîkatiya di civakê de jî pozîtîf bibe. Yên ji bo demokrasiyê têdikoşin girtîne. Ayşe Gokkan çima girtiye? Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş çima girtine? Pêvajoyeke ku didome heye. Ev bi nirxe. Ev girînge, divê em bê xurt bikin.”
‘Wê lijneya Aştî û Siyasîbûnê demek nêz de bê avakirin’
Meral Daniş Beştaş da zanîn ku wê Lijneya Aştî û Siyabîbûnê demek kurt de pêk bê û got: “Ez wisa difikirim û dinirxînim. Bêguman wê daxuyaniyek ji rayagiştî re bê dayîn, dema ku lijne dest bi peywirê bike. Lijneya Aştî û Siyasîbûnê ya ku kordîntaorê wê birêz Ocalan e û ji xwe ji aliyê Lijneya Şopandin û Nirxandinê ve hat îlankirin. Ev ne sir e. Di qanûna çarçoveyî de pênansekirina vê heye. Ew jî bixwe vê îfade dikin. Divê ev lijne demek nêz de dest bi xebatan bike. Divê pispor, akademîsyen, siyasetmedar bi azad biçin û biaxivin.”
‘Di 27’ê Mijdarê de divê hemû aliyên civakî van geşedanan bibînin
Meral Daniş Beştaş balkişand ser civîna MGK’ê ya 27’ê mijarê de pêk bê û wiha bi lêv kir: “Di 27’ê Mijdarê de divê hemû aliyên civakî wan geşedanan bibîne. Divê her kes biçe ber girtîghê xizmên xwe bigirin, mîlîtanên çek berdane j vê qanûnê fêdeyê bigirin. Ev hemû geşedanên di çarçoya qanûna çarçoveyê de ne.”
‘Biryara Yenî Partî divê bi berfirehî bê nirxandin
Meral Daniş Beştaş der barê helwesta Yenî Partî ku daxuyakirin ku endam nade komîsyonê jî û di vê mijarê de wiha got: “Ev biryar divê teqez bi berfirehî bê nirxandin. Me ji serî de got divê hemû partî berpirsyariyê bigirin. Me tenê îfade nekir me hevdîtin, ziyaret kirin û kedek mezin hat dayîn. Em her roj li qadê ne û têdikoşin. Ji o xala 6 û 7’an em her roj li qadane. Em têdikoşin. Partiyeke namzeta destilatdariyê ye dikare bêje ‘Ez di çaresreriya Kurd de tune me?’ Li gorî min mafê wan tuneye tiştek wisa bêjin."
Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan 27 sale di hucreyê de li ber xwe dide. Ji bo çareserkirina mijarê her tiştî dide ber çavan, xwe dide holê. Yekê din radibe dibê zext heye û red dike! Ev ne lîstike. Ev pêşeroja 86 mîlyonî ye. Wê ji civakê re çi bêjin.”







